Jina di emelyatê de ji ber şerê hêzên rejîmê jiyana xwe ji dest da

Jina bi navê Henan Sebrî (27) ku di nexweşxaneya Nûr a bajarê Qamişlo de dihat emeliyatkirin, ji ber pevçûna di navbera endamên hêzên rejîma Sûriyê de jiyana xwe ji dest da.

Jina di emelyatê de ji ber şerê hêzên rejîmê jiyana xwe ji dest da
Jina di emelyatê de ji ber şerê hêzên rejîmê jiyana xwe ji dest da
Jina di emelyatê de ji ber şerê hêzên rejîmê jiyana xwe ji dest da
11 nîsan, 2019   14:06
EHMED SEMÎR-QAMIŞLO

Jina bi navê Henan Sebrî (27) ku ji taxa Meyselûn a bajarê Qamişlo ye, dayika du zarokan bû. Henan duh li nexweşxaneya Nûr, piştî emelyatê  jiyana xwe ji dest da. Nexweşxaneya Nûr li sêkoşeya ewlekariyê ya bajarê Qamişlo, di bin serweriya hêzên rejîma Sûriyê de ye.

Henan Sebrî ducanî bû, beriya dema zayîna wê nêz bû, wê rakirin nexweşxaneya Nûr. Piştî ku diwelide vedigere malê, lê di roviyên xwe de êş dikişand.

Birayê Henan, Fîras Sebrî diyar kir, ku çend pişkinîn (tehlîl) ji Henan re çêkirin û li gorî encamê derket ku torbe di roviyên wê heye. Li ser vê ew rakirin nexweşxaneya Nûr. Dema emelyat bi dawî bû Henan vegerandin malê.

Birayê Henan destnîşan kir ku di 9`ê Nîsanê de tehlîlên nû ji xwişka xwe Henan re çêkirin, bijîşkan diyar kirin ku divê emeliyatek nû çêbikin. Fîras got: “Di 10`ê Nîsanê de me Henan rakir nexweşxaneyê û piştî 10 deqan ji emeliyatê, ji ber mirina endamekê hêzên rejîmê ku li heman nexweşxaneyê dihat tedewîkirin, pevçûn di navbera malbata kesê mirî û endamên rejîmê de derket.”

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê Menal Şêxmûs Mihemed  piştî bûyerê serdana nexweşxaneyê kir û diyar kir ku piştî pevçûnê bijîşk ji tirsa ji nexweşxaneyê reviyan û rewşa Henan xirab bû. Xwînbûn di hinavê wê de çêbû û jiyana xwe ji dest da.

Têkildarî mijarê malbata Henan Sebrî gilînameyek ji Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê re pêşkêş kir û xwest ku doza wefata keça wan were vekirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê yê herêma Cizîrê Menal Şêxmûs Mihemd diyar kir ku dema wan bi wefata jina ciwan Henan li nexweşxaneya Nûr bihîst, yekser berê xwe dan nexweşxaneyê, da ku hûrgiliyên sedema mirinê nas bikin. Di heman demê de komîteye ji Yekîtiya Bijîjkan û Dadeha Gel ava kirin da ku lêpirsînê çêbikin.

Mehan di dawiyê de diyar kir ku piştî detayên wefata Henan eşkere bibe ew ê tedbîrên pêwîst li gorî zagonan bigirin.

(eh)

ANHA