Pêşengehek berhemên şagirtên Serêkaniyê

Li dibistana Salim El-Mirî ya bajarê Serêkaniyê pêşengeha kardestiyên şagirtan hat vekirin.

Pêşengehek berhemên şagirtên Serêkaniyê
Pêşengehek berhemên şagirtên Serêkaniyê
Pêşengehek berhemên şagirtên Serêkaniyê
Pêşengehek berhemên şagirtên Serêkaniyê
Pêşengehek berhemên şagirtên Serêkaniyê
Pêşengehek berhemên şagirtên Serêkaniyê
11 nîsan, 2019   14:12
HESEKÊ

Bi armanca xuyakirina behreyên şagirtan, rêveberiya dibistana Salim El-Mirî ya asta seretayî ya bajarê Serêkaniyê  ya Kantona Hesekê pêşengeha kardestiyên xwendekaran vekir.

Endamên rêveber ên Yekîtiya Mamosteyan û malbatên şagirtan di vekirina pêşengehê de amade bûn. Pêşengeh ji hêla endama rêveber a Komîteya Rveberiya Dibistanan Stêr Reşik ve hate vekirin. Paşê beşdaran di nav pêşengehê de geriyan.

Di dawiyê de komek şagirt şanoyek û stran pêşkêş kirin. Beşdaran li ber stranên zarokan govend gerandin.

(şx)
ANHA