Li Cezayirê li dijî serokê demkî xwepêşendan

Li dijî serokê Cezayirê yê demkî Ebdulqadir Bin Salih li Cezayirê xwepêşandan li darketin.

Li Cezayirê li dijî serokê demkî xwepêşendan
10 nîsan, 2019   13:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li dijî serokê demkî yê Cezayirê Ebdulqadir Bin Salih û serok wezîran Nûrdîn Bedewî li qada El-Berîd El-Merkezî xwepêşendanên girseyî li dar ketin.

Rojnameya El-Xeber bi bîr xist ku xwendekar û şênî li wîleyeta Tilmesan rojavayê welêt li dijî biryara erkdarkirina Bin Salih wek serokek demkî ji welêt re meşiyane.

Her wiha li bajarê Betne bi heman mebestê gel daketin qadan û dirûşmeyên li dijî hikumetê berzkirin. 

Bin Salih piştî erêkirina meclisa destûrî ya Cezayirê istîfaya Butafîka wek serokê welêt ê demkî hate erkdarkirin.