Kongreya Star ji bo piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê çalakiya konvedanê organize kir

Kongreya Star îro li navçeya Ehrezê ya Şehbayê ji bo piştgiriya çalakgerên grevên birçîbûnê bi dirûşmeya `Berxweddana çalakgerên greva birçîbûnê pîroz e, em hemû Leyla û Nasir in` kon veda.

10 nîsan, 2019   14:38
ŞEHBA

Kongreya Star îro li navçeya Ehrezê ya Şehbayê ji bo piştgiriya çalakgerên grevên birçîbûnê bi dirûşmeya `Berxweddana çalakgerên greva birçîbûnê pîroz e, em hemû Leyla û Nasir in` kon veda.

Çalakî bi tevlibûna bi dehan jinên navçeyê ji her du pêkhateyên Ereb û Kurd li dar ket. Beşdaran kirasên ku dirûşmeyên serkeftinê û berxwedana çalakgeran li ser hatibûn xêzkirin li xwe kirin.

Qada çalakiyê bi wêneyên çalakgerên greva birçîbûnê di nav de Leyla Guven û Nasir Yagiz, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên Berxwedana Serdemê, alên YPG, YPJ, Kongreya Star, Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê, Meclisa Malbatên Şehîdan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê hate xemilandin.

Tevî wê jî pankartên ku bi her du zimanên Kurdî û Erebî bi nivîsên `Bi pêşengiya Leyla Guven em ê asta berxwedanê mezin bikin û bi Ocalan re azad bijîn`, `Berxwedan jiyan e`, `Soza me em ê pergala Imraliyê bişkînin`, `Em ê tecrîdê û feşîzmê bişkînin û neteweya demokratîk misoger bikin`, `Bi giyana 4`ê Nîsanê em ê neteweya demokratîk ava bikin` û bi Ocalan re bijîn`, `Bi giyana jina azad em ê dîwara Imraliyê hilweşînin` hatin daliqandin.

Şêniyên kampên Berxwedan û Serdemê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, saziyên sivîl, Malbatên Şehîdan, Yekîtiya Jinên Êzidî beşdarî çalakiyê bûn.

Piştre şênî deqeyek rêzgirtin sekinîn. Paşê beşdaran nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girêdayî jinê û rola wê ya bingehîn di avakirina civakan de û pêwîstiya tevkibûna wê di tevahiya waran û çalakiyên rojane de hate weşandin.

Berxwedêran, girtîgeh kirin stargeha berxwedanê

Piştî wê endama Kongreya Star Ezîme Tolhildan axivî û berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê û isara wan li ser biryara xwe ji bo misogeriya azadiya Ocalan silav kir.

Ezîme destnîşan kir ku berxwedêran, zindanan qefesa qirkirin û çewisandinê veguhertine jêdera azadî û daxwazên aştî û demokrasiyê. Ezîme Tekez kir ku çalakger hêza xwe ji fikr û felsefeya Ocalan digirin.

Têkoşîn armanca me ye û Ocalan hêza me ye

Hevseroka Meclisa navçeya Ehrezê Fîdan Ebdo axivî û Ocalan bi helbestekê ku nivîsandibû bibîr xist û got: "Eger rengê gulê hebe ew jî ji xwîna şehîdên me yên azad in. Şehîd Bêrîvan di çavên me de ye, têkoşer Mezlûm Dogan di dilê me de ye, têkoşîn û berxwedan aramanca me ye. Riya şehîdan riya me ye û Ocalan hêza me ye."

Bi têkoşîna xwe û bi biryardarî em ê azadiya Ocalan misoger bikin

Bavê şehîd Ezîz Ereb Hesen Şêx Hesen axivî û diyar kir ku pêkhateyên bi fikr û felsefeya Ocalan bawer, aşiqê azadiyê ne û serî ji hêzên kapîtelîzmê re natewînin. Hesen Şêx Hesen destnîşan kir ku heya azadiya Ocalan dê gel tê bikoşe.

Çalakî bi guhdarkirina axaftina Leyla Guven berderwam kir.

Di çalakiyê de beşdaran helbestên bi zimanên Kurdî û Erebî yên ku berxwedana girtiyan û çalakgerên greva birçîbûnê silav dikin vegotin.

Çalakî bi serdana şandeyan ji sazî, meclis û komînên navçeya Ehrezê berdewam e.

Dê çalaki heya 24`ê vê mehê berdewam bike.

(şx)

ANHA