Partiya Pêşerojê ya Sûriyê salvegera damezirandina xwe pîroz kir

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Firatê bi boneya salvegera yekemîn a damezirandina partiyê li navçeya Sirîn a başûrê bajarê Kobanê, mîhrîcanek li dar xist.

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê salvegera damezirandina xwe pîroz kir
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê salvegera damezirandina xwe pîroz kir
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê salvegera damezirandina xwe pîroz kir
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê salvegera damezirandina xwe pîroz kir
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê salvegera damezirandina xwe pîroz kir
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê salvegera damezirandina xwe pîroz kir
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê salvegera damezirandina xwe pîroz kir
10 nîsan, 2019   12:54
KOBANÊ

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Firatê bi boneya salvegera yekemîn a damezirandina partiyê li navçeya Sirîn a başûrê bajarê Kobanê mîhrîcanek li dar xist. Rêveberên partiyê, serokê partiyê Îbrahîm Qeftan, endam û rêveberên partiyên siyasî, saziyên sivîl û leşkerî yên herêma Firatê û bi sedan şêniyên herêmê beşdarî mîhrîcanê bûn. Mîhrîcan li qada Peymangeha Şehîd Qezafî hat lidarxistin.

Mîhrîcan bi dirûşma "Ji bo Sûriyeyeke demokratîk, pirreng û nenavendî" hate lidarxistin. Di mîhrîcanê de Îbrahîm Qeftan axivî û destnîşan kir ku pêwîstiya aloziya Sûriyê bi sererastkirineke bi temamî di aliyê zîhniyeta desthilatdar û ezeziyetê ya hikûmeta Sûriyê de heye.

Qeftan di axaftina xwe de wiha got: "Em naxwazin Sûriye vegere rêya berê. Tişta ku gelê Sûriyê dixwaze, em wê dixwazin. Em sîstemeke demokratîk û pirreng li ser esasê qebûlkirina aliyên din dixwazin."

Îbrahîm Qeftan di axaftina xwe de behsa hilbijartinên şaredariyan ên li Tirkiyê kir û wiha anî ziman: "Partiya AKP di mezintirîn bajarên Tirkiyê de têk çû. Ji ber armanca wan desthilatdarî û bazirganiya bi çarenûsa gelan bû."

Qeftan her wiha diyar kir ku ji bo hemû gelên Sûriyhê li her derê stratejiyeke wan a nû heye û destnîşan kir ku armanca wan avakirina civakeke siyasî û birêxistinkirî ye.

Di mîhrîcanê de ji rêveberên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya navçeya Sirînê Bedîa Osman axivî û teqez kir ku damezirandina partiyê li ser esasê çareserkirina aloziya Sûriyê û lîstina rola xwe ya nitşîmanî di avakirina çanda niştîmanî û birêxistinkirina civaka Sûriyê de bû.

Bedîa destnîşan kir ku partiyê gelek civîn bi şepêl, partiyên siyasî, çandî û rêxistinên civaka sivîl re û di nav de hikumeta Sûriyê li ser esasê hevbeşiya di çareserkirina aloziya Sûriyê de, li dar xistin.

Di dawiyê de ji rêveberên Buroya Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Girê Spî Zehra Wîs îşaret bi rola jinan di aliyê siyasî de û hêza wan di aliyê guhertinê de kir. 

Paşê Koma Zerdeşt a girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Çelebiyê û Koma Şehîd Meûne ya girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Girê Spî stran pêşkêş kirin.

Di dawiya mîhrîcanê de Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Meclisa Malbatên Şehîdan û saziyên leşkerî ji bo xebatên wan xelat kirin.

(bx)

ANHA