Malbatên şehîdan ji bo alîkariya gelê Rojhilat bang li civaka navneteweyî kir

Meclisên malbatên şehîdan ên herêma Cizîrê bang li hemû gel û rêxistinên navneteweyî kir ku alîkariyên mirovî pêşkêşî gelê Rojhilatê Kurdistanê bikin ku zirar ji lehiyê dîtine.

Malbatên şehîdan ji bo alîkariya gelê Rojhilat bang li civaka navneteweyî kir
Malbatên şehîdan ji bo alîkariya gelê Rojhilat bang li civaka navneteweyî kir
Malbatên şehîdan ji bo alîkariya gelê Rojhilat bang li civaka navneteweyî kir
Malbatên şehîdan ji bo alîkariya gelê Rojhilat bang li civaka navneteweyî kir
Malbatên şehîdan ji bo alîkariya gelê Rojhilat bang li civaka navneteweyî kir
Malbatên şehîdan ji bo alîkariya gelê Rojhilat bang li civaka navneteweyî kir
Malbatên şehîdan ji bo alîkariya gelê Rojhilat bang li civaka navneteweyî kir
10 nîsan, 2019   11:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Dêrik, navçeyên Girkê Legê û li Til Koçerê 2 civîn li dar xistin. A yekemîn li bajarê Dêrikê û ya din jî li Til Koçer pêk hat. Civîn ji bo daxwaza alîkariyên mirovî ji bo zirarên lehiyên li Rojhilatê Kurdistanê pêk hatin.

Bi heman armancê bi dehan malbatên şehîdan û endamên saziyên sivîl vê sibehê li bajarê Serêkaniyê li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajêr kom bûn. Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Elî Ferhan daxuyanî xwend.

Li Hesekê jî endama Meclisa Malbatên Şehîdan Nesrîn Mîrî daxuyanî bi beşdarbûna bi dehan endamên meclisê xwend. Li navçeya Dirbêsiyê jî bi dehan endamên malbatên şehîdan û endamên saziyên navçeya Dirbêsiyê kom bûn û daxuyanî ji aliyê Hindiyê Bekir ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em wek Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê sersaxiyê ji qurbaniyên lehiya li Rojhilatê Kurdistanê re dixwazin û şifayê ji birîndaran re dixwazin. Tiştê ku li Rojhilatê Kurdistanê ji erdhejan û lehiyan rû dan, hişt ku zirarên mezin ên madî di mal û milkan de derkevin, her wiha zêdetirî 80 kesan jiyana xwe ji dest da.

Paşguhkirina pergala li wan herêman û ne destekdayîna xizmetguzariyê û nevekirina rêyan ji lehiyan re ji ber hebûna gelê Kurd li wan herêman, delîl e ku siyaseteke qirêjî dijî gelê Kurd ji hemû aliyan ve tê kirin.”

(jo)

ANHA