Li Minbicê pêşbirka bezînê ya xwendekaran

Yekitiya Werzîşê bi hevkariya Komîteya Perwerdeyê îro pêşbirkeke bezînê ji xwendekarên her sê astan re li Minbicê li dar xist.

Li Minbicê pêşbirka bezînê ya xwendekaran
Li Minbicê pêşbirka bezînê ya xwendekaran
Li Minbicê pêşbirka bezînê ya xwendekaran
Li Minbicê pêşbirka bezînê ya xwendekaran
Li Minbicê pêşbirka bezînê ya xwendekaran
Li Minbicê pêşbirka bezînê ya xwendekaran
10 nîsan, 2019   11:07
MINBIC

Yekitiya Werzîşê û Komîteya Perwerde û Fêrkirinê li Minbicê pêşbirkeke bezînê Ii dar xist. Bi dehan şagirtên dibistanên Minbicê tev li pêşbirkê bûn.

Pêşbirk di 3 qonaxan de pêk hat. Qonaxa yekemîn a şagirtên seretayî bû ku bi mesafeya 1 km ji Nexweşxaneya Firat heta lîstikgeha şaredariyê, qonaxa duyemîn a şargirtên dibistanên navîn bi mesafeya 2 km ji Qada Sebî Behrat heta lîstikgeha şaredariyê, qonaxa sêyemîn jî şagirtên amadehî bi mesafeya 3 km ji Çerxerêya Şerîa heta lîstikgeha şaredariyê pêk hat.

Di pêşbirkê de endamên Komîteya Perwerde û Fêrkirinê, Rêberiya Sivîl a Demokratîk û Yekitiya Werzîşê amide bûn.

Ji rêberiya Komîteya Lîstokan a Dibistanan Monzir Rehabawî bi navê Yekitiya Werzîşê axivî û serkeftin ji xwedekaran re xwest.

Pêşbirk bi belavkirina xelatan li şagirtên serkeftî, bi dawî bû.

(jo)

ANHA