Di navbera rejîm û çeteyên Tirkiyê de şer rû dide

Di navbera hêzên rejîma Sûriyeyê û komên çete yên girêdayê Tirkiyê de li bakurê Helebê şer rû dide.

Di navbera rejîm û çeteyên Tirkiyê de şer rû dide
9 nîsan, 2019   20:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecihî dane ANHA‘yê di saetên vê êvarê de di navbera hêzên rejîma Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de li gundewarên bakurê Helebê şer rû dide.

Çavkaniyan diyar kirin ku hêzên rejîmê ji herêma Şêx Necar, bajarokên Endan, Hirêtan, Kefer Hemarayê ku çete lê bi cih bûne, bi çekên giran topbaran dikin.

ANHA