Pêvajoya piştî DAIŞ‘ê hate nîqaşkirin

Li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê rûspî û nûnerên partiyên siyasî ji bo nîqaşkirina pêvajoya piştî têkçûna DAIŞ‘ê li hev civiyan.

Pêvajoya piştî DAIŞ‘ê hate nîqaşkirin
Pêvajoya piştî DAIŞ‘ê hate nîqaşkirin
Pêvajoya piştî DAIŞ‘ê hate nîqaşkirin
Pêvajoya piştî DAIŞ‘ê hate nîqaşkirin
9 nîsan, 2019   16:42
HESEKÊ

Li ser vexwendina Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) rûspiyên Ereb û nûnerên partiyên siyasî li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê civiyan û pêvajoya piştî têkçûna DAIŞ‘ê nîqaş kirin.

Civîn li avahiya Meclisa Navçeya Şedadê hate lidarxistin, bi dehan rûsiyên herêmê, nûnerên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Partiya Nûjen û Partiya Muhafizkarên Demokratîk di civînê de amade bûn.

Endamê MSD‘ê Sîhanok Dîbo bi xêrhatina beşdaran kir û got, "Sûriyê ji beriya şoreşê ve parçekiriye, ji ber ku rejîma şofonî çand û olên pêkhateyên Sûriyê înkar dikin, ev yek hişt ku parçebûn di civaka Sûriyê de çêbibe."

Dîbo, her wiha bal kişand ser projeya neteweya demokratîk a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha pê de çû: "Ev proje li dijî parçebûnê ye, armancên wê diyar in, biratiya gelan û jiyana hevbeş di çarçoveya Sûriyeke azad, demokratîk û yekbûyî, ku çand, bawerî û hemû mezhebên li herêmê qebûl bike."

Sîhanok Dîbo, li ser serkeftinên QSD‘ê li dijî DAIŞ‘ê û anî ziman ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk di aliyê leşkerî de DAIŞ şikand, ev serkeftin berhemên xwîna şehîdan e.Dîbo got: "Di vî serkeftinê de xwîna ciwanên hemû pêkhateyan tev li hev bû. Ev serkeftin di heman demê de serkeftina projeya netewa demokratîk, projeya me bûye semboleke netewî li dijî terorê"

Sîhanok Dîbo, bal kişand ku pêvajoya duyemîn a piştî têkçûna DAIŞ‘ê mijara ewlehiyê ye û wiha domand: "Heger ewlehî nebe, em nikarin behsa azadiyê bikin, DAIŞ ji wîlateya xîlafetê bûye wîlateya ewlehiyê, divê hemû gelên herêmê şerê îdeolojiya DAIŞ bikin. Mijara duyemîn gefên dewleta Tirk a faşîst e ku alîkarê sereke yên DAIŞ ye û sedema dirêjkirina temanê aloziya Sûriyê ye, divê em rê nedin ku Tirkiyê armancên xwe li herêmê pêk bîne."

Sîhanok Dîbo di dawiya axaftina xwe bal kişand ser rola eşîreyan di ewlehiya civakê de û got, divê eşîreyên herêmê serkeftinan bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin biparêzin.

Ji aliyê xwe ve Rêvebera Buroya Jin a MSD‘ê Emel Şemdîn axivî, rola jin di parastin û rêveberiya saziyên herêmê de û got: "Dîrokê kêm behsa serkeftinên jinan kiriye, ji ber ku her tim desthilatdariya zilam serwer bû. Şikandina jin tê watey şikandina civakî ye û azadiya civakê ji azadiya jinê ye. Dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê dixwazin serdema koletî û zulmê li ser jinan vegerînin."

Civîn bi nîqaşan bi dawî bû.

ANHA