Aloziya di navbera Îran û DYA‘yê de mezin dibe

Wezîrê  Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo hişyarî da hemû şirket û bankên cîhanê ku danûstandinê bi Pasdarên Îranê re neke. Wezîrê Derve yê Îranê jî bersiv da.

Aloziya di navbera Îran û DYA‘yê de mezin dibe
8 nîsan, 2019   16:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî daxuyaniya serokê DYA‘yê Donald Trump a derbarê xistina Pasdarên Îranê nava lîsteya terorê, Wezîrê Derve yê Amerîkaiyê Mike Pompeo di civîneke çapemeniyê de got "Hemû şirkên û bankên cîhanê li pêşberî berpirsyariyeke diyar in, hemû saziyên ku têkiliya madî bi Pasdarên Îranê re dikirin êdî ti têkilî nemaye."
Pompeo her wiha got, rejîma Îranê ne tenê destekê dide terorê, lê belê kiryarên terorîst dike.

Wezîrê Derve yê DYA‘yê her  wiha da xuyarkirin ku Pasdarên Îranê destekê dide "Milîsên Hizbullah a Lubnanê" û got, Pasdarên Îranê ji roja hatiye damezrandin de tirs û aloziyê li cîhanê belav dike.

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf bersiva biryara rêvberiya Amerîkayê da û xwest Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkaiyê ku li herêmên Rojhilata Navîn dixebite bikeve lîsteya terorê."

Wezareta Derve ya Îranê jî daxuyanî da, tê de daxuyakirin ku, Wezîrê Derve yê Îranê di nameyek de ji bo Serokê Konseya Bilind a Ewlehiya Netewî Hesen Ruhanî wesyet kir ku konse, Hêzên Çekdar ên Amerîkayê "Centcon" bixe lîsteya terorê.