Emel Dada: Me ji bo doza DAIŞ’iyan pêşniyara kongreyek navnetewî kir

Emel Dada destnîşan kir ku di mijara DAIŞ‘iyên girtî yên li gel QSD‘ê de hin dewetan xwestin welatiyên xwe werbigirin û got: "Di civîna me bi Koalîsyona Navdewletî re, me pêşniyar kir ku kongreyeke navdewletî ji bo mijara çeteyên DAIŞ‘ê yên girtî were lidarxistin."

Emel Dada: Me ji bo doza DAIŞ’iyan pêşniyara kongreyek navnetewî kir
6 nîsan, 2019   04:31
TIRKÎ EL-KALIT- EHMED EL-KEMYAN - GIRÊ SPÎ

Hevseroka Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emel Dada li ser mijara çeteyên DAIŞ‘ê yên girtî, ji ajansa me re axivî.

Emel di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku hin dewletan gotin ew amade ne welatiyên xwe û malbatên wan ên asîr ên li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) werbirigirin û got: "Şandeyek ji Wezareta Derve ya Fransayê di demên dawî de 5 zarokên xwe girtin, hîna jî nîqaş ji bo wergirtina esîrên mayîn têne kirin. Rûsyaya Federal jî 3 zarok wergirtin.”

Emel got: "Şandeyek ji Wezareta Derve ya Sûdanê ji bo heman mijarê serdana me kir, lê wergirtin çênebû. Ji ber ku lêgerîna li welatiyên wan hîn jî berdewam e.”

Emel di berdewama axaftina xwe de mekanîzmeya koordîneya  bi dewletan re ya ji bo wergirtina girtiyên DAIŞ’î wiha vegot: “Komîteyek ji bo vê mijarê hatiye avakirin. Ev komîte bi rêya internetê bi dewletan re dikeve nava peywendiyan. Bi belge anî jî kongreyên çapemeniyê yên girtî têne radestkirin.

Emel diyar kir ku hin welatan bi ti awayan qebûl nekirin ku çeteyên xwe yên li gel QSD‘ê werbigirin û axaftina xwe wiha domand: “Ev yek barê Rêveberiya Xweser giran dike. Ne berpirsyariya rêveberiyê ye, ev yek berpirsyariya tevahî cîhanê ye. Ji bilî welatên Ereban, çeteyên hemwelatiyên 54 welatên biyanî hene.”

Emel Dada destanîşan kir ku xeteriya çeteyên girtî, yên di kampan û deverên din de li ser şêniyan û herêmê heye. Emel got: “Li ser mijara çeteyan nîqaş di navbera Rêveberiya Xweser û Koalîsyona Navdewletî de hene. Rêveberiya Xweser di civînek a li gel Koalisyona Navdewletî de pêşniyar kir ku kongreyeke navdewletî were ava kirin û dadgeheke navdewletî hebe da ku çeteyan darizînin."

ANHA