ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06.04.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06.04.2019
6 nîsan, 2019   04:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şopandina operasyonên QSD`ê ji bo paqijkirina Baxozê piştî rizgarkirina wê ji çeteyên DAIŞ`ê.

-Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şehîd Reşko Yaqûb (Telget) li goristana Şehîdên Suryan û Asur a taxa Nasra dispêrin axê. saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi wesîleya Roja Hişyarkirina ji Mayînan a Cîhanê, Rêxistina Rot a Mayînan semînerekê li navenda Çand û Hunerê ya Waşûkanî ya bajarê Serêkaniyê organîze dike, saet 14:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rûspiyên Efrîn û Şehbayê ji bo nîqaşkirina danûstandinên Sûrî-Sûrî û banga serhildana li hemberî dagirkeriya Tirkiyê civînekê li navçeya Fafîn a Şehbayê li dar dixin. saet 14:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Desteya Perwerde û Fêrikirinê ya herêma Cizîrê Akademiya Şehîd Egîd a zimanê Kurdî li bajarê Qamişlo vedike, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Emel Dada destnîşan kir ku di mijara DAIŞ‘iyên girtî yên li gel QSD‘ê de hin dewetan xwestin welatiyên xwe werbigirin û got: "Di civîna me bi Koalîsyona Navdewletî re me pêşniyar kir ku kongreyeke navdewletî ji bo mijara çeteyên DAIŞ‘ê yên girtî were lidarxistin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Penaberên Iraqê yên ku dixwazin vegerin welatê xwe spasiya Rêveberiya Kampa Holê kirin ku biryara vekirina seferê ji bo Iraqê daye û ji hikûmeta Iraqê xwestin ku aramî û mercên jiyanî ji wan re peyda bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Parêzer Îbarhîm Şêxo anî ziman ku Tirkiye bi darizandina parêzerên Sûriyê li welatê xwe îsbat kir ku ew dewleteke dagirker e. Şêxo got, Tirkiye qanûnên navdewletî yên girêdayî mafê mirovan binpê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Di encama xebatên Buroya Jin a Komîteya Perwerde û Fêrikirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê de, jin di aliyê perwerdeyê de xwe pêş dixin. Niha jî rêjeya jinan di xebatên perwerdeyê de ji sedî 75 derbas kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-4‘emîn Mîhrîcana Şano ya Şehîd Yekta Herekol bi dayîna xelatan bi dawî dibe, saet 16:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Saziya Berhemên Çandinî û Sewalan a gundê Xatûniyê ya gundewarên rojavayê Reqayê bi armanca destekdayîna bi sewlkaran re jimartina sewalan didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Lehiyê li  çar gundên bajarokê Ebû Cirin ê navçeya Til Hemîsê da. Ji ber wê 15 mal hilweşiyan. Şêniyên gund Şaredariya Gel rexne kirin ku alîkarî nekirine. Şaredariyê jî got ji ber lehiyê hemû rê hatin girtin, pira jî xirab bûn, lewma wan nekarî xwe bigihînin gundiyan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cotkarên herêma Reqayê ji ber barana zêde ji nû ve dest bi çandiniya bejî kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÎNFOGRAFÎK

-Ji bûyerên ku di vê hefteyê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû dane; pîrozbahiyên Cejna Ekîto û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Her wiha Berxwedana Serdemê di qonaxa xwe ya duyemîn de didome.

ANHA