Cenazeyê Sîraç Yuksek li Nisêbînê hate veşartin

Cenazeyê Sîraç Yuksek ku li dijî tecrîdê çalakiya fedayî kir, li Nisêbînê hate veşartin. Hêzên çekdar ên Tirk ji bilî malbatê nehişt tu kes tev li merasîma cenaze bibe.

Cenazeyê Sîraç Yuksek li Nisêbînê hate veşartin
3 nîsan, 2019   08:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyê ji doza Nisêbînê Sîraç Yuksek ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Osmaniyeyê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya fedayî kir, cenazeyê wî li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hate veşartin.

Cenaze di bin tedbîrên tund ên ewlekariyê de ji Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê hate wergirtin û li Nisêbînê ji aliyê parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Tûma Çelîk, xizmên girtiyan û gelek rêveberên HDP û DBP'ê ve li pêşiya bajêr hate pêşwazîkirin. Cenazeyê Yuksek destpêkê birin Mizgefta Haci Huseyîn Çetîn û piştre birin Goristana Morîsê.

Piştî wecîbeyên olî, cenazeyê Yuksek hate veşartin. Hêzên çekdar ên dewleta Tirk nehişt ji bilî malbatê kes tev li merasîma cenaze bibe. Polîsên Tirk ku dor li goristanê girt, nehişt koma ku ji bo merasîmê hatibû ber goristanê, tev li merasîmê bibe.

Girseya gel jî heta veşartina cenaze li ber goristanê sekinî û piştre tevî malbata Yuksek berê xwe da Taxa 8’ê Adarê ya ku serdanên sersaxiyê lê tê kirin.