Li Çilaxa du bombe hatin bê bandorkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarokê Çilaxa du bombe ku li rawestgeha gundê Kêşikê hatibûn bi cihkirin, bê bandor kirin.

Li Çilaxa du bombe hatin bê bandorkirin
2 nîsan, 2019   19:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, hin welatiyan îro danê nîvor agahî dane hêzên wan ku du tiştên bi guman li nêzî rawestgeha gundê Kêşikê yê bajarokê Çilaxa hatine bi cihkirin. Li ser vê yekê yekîtiyên endiziyarê yên hêzên wan berê xwe dan gund.

Navenda Ragihandinê diyar kir ku her cisim bombe bû û ji aliyê hêzên wan ve hatin bê bandor kirin.

ANHA