Pira Ewn El-Dadat li ber hilweşînê ye

Zêdebûna ava çemê Sacûr pira Ewn El-Dadat dixe ber xetereya hilweşînê. Ew jî rêya yekemîn ji bo derbasbûna sivîlên ku ji herêmên dagirkirî digihîne Minbicê û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Pira Ewn El-Dadat li ber hilweşînê ye
Pira Ewn El-Dadat li ber hilweşînê ye
Pira Ewn El-Dadat li ber hilweşînê ye
Pira Ewn El-Dadat li ber hilweşînê ye
Pira Ewn El-Dadat li ber hilweşînê ye
Pira Ewn El-Dadat li ber hilweşînê ye
Pira Ewn El-Dadat li ber hilweşînê ye
Pira Ewn El-Dadat li ber hilweşînê ye
1 nîsan, 2019   12:58
MINBIC

Piranî herêmên Bakurê Sûriyê rastî baranên dijwar hatin û di encamê de lehî hatin û asta ava çeman rabû. Ne tenê lehî li çem û newalan rabûn, lê derbasî hemû gundan bûn û gelek rê û pir birîn.

Li bajarê Minbicê 2 rojan bê navber barana dijwar bariya û bû sedema rabûna asta ava çemê Sacûr. Di encamê de pira Ewn El-Dadat a bakurê bajarê Minbicê ya ku herêmê digihîne herêmên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên dagirkeriya Tirk ji aliyê din ve, hilweşiya.

Pira Ewn El-Dadat rêya yekem e ku sivîlan digihîne herêmên dagirkirî, bajarê Minbicê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Tu rê ji bilî wê ji sivîlên ku li herêmên dagirkirî ne ku digihîne herêmên Sûriyê yên dîtir, nemane.

Rêjeya hilweşîna pirê kêmî nîviyê ye. Lê tenê çûna bi meşê heye. Lê heke baran berdewam bike, dibe ku bi temamî hilweşe.

Li bajarê Minbicê tenê 2 rê ku bajêr digihînin herêmên di bin dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de, hene. Pira Ewn El-Dadat li aliyê bakurê bajêr e û tenê ji bo meşê ye û rêya Um Cilod li bakurê rojavayê bajêr e tenê ji bo bazirganiyê ye û di dema baranê de ji ber heriyê erebe lê naxebitin.

(fr)

ANHA