Li Ewropayê rêveberiyeke nû ya PYD’ê hate hilbijartin

Rêxistina PYD`ê ya Ewropayê rêveberiyeke nû ji 27 endamên ku nûnertiya gelek dewletên Ewropayê dikin, hilbijart.

Li Ewropayê rêveberiyeke nû ya PYD’ê hate hilbijartin
Li Ewropayê rêveberiyeke nû ya PYD’ê hate hilbijartin
Li Ewropayê rêveberiyeke nû ya PYD’ê hate hilbijartin
1 nîsan, 2019   13:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dirûşma "Bi vîn û birêxistinkirinê em ê Efrînê rizgar bikin û Sûriyeyeke nenavendî û demokratîk ava bikin" Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Ewropayê di 30 û 31`ê Adarê de li bajarê Venlo yê Hollandayê bi beşdarbûna 220 endam û cîgirên partiyê ji gelek dewletên Ewropayê, her wiha bi amadebûna bi dehan partiyên Kurd û Kurdistanê, saziyên civaka sivîl û malbatên şehîdan û bi dehan xebatkarên çandê û ragihandinê, kongreyek li dar xist.

Piştî ku kongre bi dawî bû, partiyê daxuyaniyek da raya giştî. Xalên sereke yên daxuyaniyê ev in:

"Ji bo girîngiya merheleyê û girîngiya şopandina pêşketinên siyasî û dîplomatîk,bi  taybet ku gelek berpirsyarî li ser milê PYD`ê ya li Ewropayê di aliyê dîplomasî, siyasî û rêxistinî de dikeve, her wiha di bin dirûşma "Bi vîn û birêxistinkirinê em ê Efrînê rizgar bikin û Sûriyeyeke nenavendî û demokratîk ava bikin" PYD`ê li Ewropayê di roja 30 û 31`ê Adarê de li bajarê Venlo yê Hollandayê bi beşdarbûna 220 endam û cîgirên partiyê ji gelek dewletên Ewropayê, her wiha bi amadebûna bi dehan partiyên Kurd û Kurdistanê, saziyên civaka sivîl û malbatên şehîdan û bi dehan xebatkarên çandê û ragihandinê, kongre li dar xist.

Di axaftinên beşdaran û endamên partiyan de ku di civîna yekemîn de hate kirin, li ser rola sereke ku partiya me ji bo azadiya gelê me li Rojava û hemû pêkhateyên li Bakurê Sûriyê dijîn, hate teqez kirin. Her wiha berpirsyariyên PYD`ê li Ewropayê da ku dengê gelê me bigihîne û nûnertiya wê ya siyasî û dîplomatîk bike û wergera serkeftinên li ser rûyê erdê ji biryarên navneteweyî mîsogeriya pêşeroja Sûriyeyeke nenavendî û demokratîk dike ku hemû gelê Sûriyê bi hev re bijîn.

Her wiha partiyê nirxandina aliyê rêxistinî û dîplomatîk de kir û lêvegera dema kar ji hemû saziyên girêdayî partiyê re kir.

Di dawiyê de, rêveberiyeke nû ji 27 endamên ku nûnertiya gelek dewletên Ewropayê dikin û bi awayekî wekhev û guncaw bi jin û ciwanan re hate bilbijartin. Endamên Meclisa PYD`ê sûnd xwar ku ew ê rêgez û biryarên ji kongreyê derketin, biparêzin û têkoşîna xwe bilindtir bikin da ku bigihîjin armancên partiyê."

(jo)