Mîhrîcana 4’emîn a Şano ya Şehîd Yekta Herekol didome

Mîhrîcana 4’emîn a Şano ya Şehîd Yekta Herekol ya li Qamişlo pêk tê, di roja xwe ya sêyem de ye. Îro koma ‘Şehîd Yekta Herekol’ a ji Amûdê şanoya bi navê ‘Dînbûna dereng’ pêşkêş kir.

Mîhrîcana 4’emîn a Şano ya Şehîd Yekta Herekol didome
Mîhrîcana 4’emîn a Şano ya Şehîd Yekta Herekol didome
Mîhrîcana 4’emîn a Şano ya Şehîd Yekta Herekol didome
29 adar, 2019   16:47
QAMIŞLO

Mihrîcana 4’emîn a Şano ya Şehîd Yekta Herekol li bajarê Qamişlo didome. Mîhrîcana ku li ser dika Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo tê lidarxistin, îro keta  roja xwe ya 3’emîn.

Îro Koma Şehîd Yekta Herekol a naveçeya Amûdê şanoya xwe ya bi navê ‘Dînbûna dereng’ ku balê dikşîne ser gendelî û îslaha civakê pêşkêş kir. Şano ji aliyê Welîd Îxlasî hatiye amadekirin, Hesen Remo jî derhênerî, Beşîr Mele jî wergerî zimanê Erebî kiriye.

Piştî pêşandana şanoyê, şano ji aliyê beşdaran û rexnegiran ve hate nirxnadin.

Mîhrecana Şano ya Şehîd Yekta Herekol ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê ve hatiye birêxistinkirin û dê heta 5‘ê Nîsanê dewam bike.

ANHA