Şehîd Egîd Cîlo li Şehbayê hate bi bîranîn

Şehîd Egîd Cîlo di çilrojiya şehadeta xwe de, li kampa Serdem a Şehbayê hate bi bîranîn.

Şehîd Egîd Cîlo li Şehbayê hate bi bîranîn
Şehîd Egîd Cîlo li Şehbayê hate bi bîranîn
Şehîd Egîd Cîlo li Şehbayê hate bi bîranîn
Şehîd Egîd Cîlo li Şehbayê hate bi bîranîn
Şehîd Egîd Cîlo li Şehbayê hate bi bîranîn
Şehîd Egîd Cîlo li Şehbayê hate bi bîranîn
29 adar, 2019   14:14
ŞEHBA

Fermandarê YPG‘ê û xebatkarê Saziya Zimanê Kurdî  Metîn Çiftçî (Egîd Cîlo) ku di 13'ê Sibatê de li Qamişloyê di encama qezaya tirafîkê de şehîd bûbû îro di çil rojiya şehadeta xwe de bi merasîmekê hate birîdaran.

Merasîm ji aliyê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPCD) li kampa Serdemê ya kantona Şehbayê hate lidarxistin. Bi endamên sedan Komîteya Perwerdeya Civaka Demokatîk (KPC), saziyên û meclis beşdarî merasîmê bîranînê bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştre rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan Hisên Cûdî axivî û got: "Destpêkê em sersaxiyê ji malbata şehîd Egîd û hemû cangoriyên azadiyê re dixwazin û di kesayeta şehîd Egîd hemû şehîdên heqîqet û azadiyê bi bîr tînin."

Cûdî axaftina xwe wiha domand: "Şehîd Egîd 27 salan ji bo xizmeta gel û welatê xwe di nava têkoşînê de bûn. Şehîd Egîd, xwedî rihekî fedayî bû, bi pransîpên şoreşgerî re ku ji felsefeya Rêber Ocalan girtiye girêdayî bû, her wiha beşdarî gelek eniyên şer ên li dijî herêmê bû û roleke mezin di vejandin û pêşxistina zimanê Kurdî de lîset."

Cûdî di dawiya axaftina xwe de soza şopandina xeta şehîd Egîd û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê de da.

Paşê, senevîzyoneke li ser jiyana şehîd Egîd Cîlo de hat pêşandan. Her wiha stran û helbest ji aliyê xwendekarên Komîteya Perwerdeya Civaka DemokratîkZeyneb Îbrahîm, Xalîda Îbrahîm, Mûfîda Hemdî, Hêvîn Elî û Avaşîn Ebdo, Mihemed Ebdî, Hisên Hisên, Sadiq Berekat, Şêrîn Silêman û Cîhad Hemûş ve hatin xwendin.

Her wiha dengbêj Mihemed Welîd straneke bi navê "Lo welato" diyarî giyanê şehîd Egîd Cîlo kir.

Merasîm bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

ANHA