Ibrahîm Mistefa: AKP`ê Tirkiye vegerandiye girtîgehek vekirî

Parêzer Ibrahîm Mistefa got hikumeta AKP`ê  Tirkiye vegerandiye girtîgehek vekirî û got: “Çalakiyên greva birçîbûnê encama siyasetên dewleta Tirk in. Berxwedana girtiyan dê tecrîdê bişkîne.”

Ibrahîm Mistefa: AKP`ê Tirkiye vegerandiye girtîgehek vekirî
27 adar, 2019   06:45
ŞEHBA-ARIF SILÊMAN

Rêxistinên têkildarî karûbarên mirovî diyar kiribûn, piştî ku Recep Tayîp Erdogan û partiya wî desthilatdarî xistin destê xwe, Tirkiye vegerandin girtîgehek vekirî. Dewleta Tirk ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve tecrîdek derzogonî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye. Bi sedan girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kirine.

Parêzer Ibrahîm Mistefa ku li Şehba dimîne, ji ajansa me re axivî û got: "Hikumeta AKP’ê Tirkiye vegerandiye girtîgehek vekirî. Grevanên birçûbûnê encama siyasetên dewleta Tirk in."

Mistefa bal kişand ser rewşa Tirkiyê ya  piştî  desthilatdariya AKP`ê û wiha pê de çû: “Rapora cîhanî ya rêxistinên têkildarî mafên mirovan hikumeta AKP`ê eşker kir. Rêxitinan diyar kir ku Tirkiye veguheriye girtîgehek vekirî.

Girêdayî danûstandina dewleta Tirk bi siyasetmedar û serokên partiyan re Mistefa wiha got: "Tirkiyê asta binpêkirinan derbas kiriye. Tirkiyê siyasetmedar û serokên partiyên ku ruxset girtine digire. Cezayê ku li hevserokê berê yê HDP`ê Selahadîn Demîrtaş bi 144 salan hatiye birîn isbata wê yekê ye. Darizandina Demîrtaş ecêb e.”

Mistefa got: “Kiryarên Tirkiyê yên li dijî siyasetmedaran kiryarên hovane ne. Hincetên wan kiryaran ji rastiyê dûr in. Bêdengiya navdewletî cihê şermê ye. Dewleta Tirk tecrîdek giran li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz dike û hevdîtinên malbat û parêzeran qedexe dike."

Girêdayî grevên biçîbûnê û çalakiyên fedayî yên girtiyan, Mistefa wiha axivî: “Çalakî encamên siyasetên dewleta Tirk in. Ji ber ku dewleta Tirk kiryarên hovane li dijî rêveberên siyasî û şêniyan dide meşandin. Girtî, şênî û çalakger  heya rakirina tecrîdê û şikanidina bêdengiya cîhana navnetewî grevên birçîbûnê bidomînin."

Di dawiyê de parêzer Ibrahîm Mistefa ev tişt anîn ziman: "Tirkiye bi siyasetên xwe pîvanên mafên mirovan binpê dike. Tevahiya pîvan û qanûnên girêdayî mafên mirovan girîngiyekê didin azadiya derbirîn û ray. Lê dewleta Tirk veguheriye girtîgehek vekirî."

(şx)

ANHA