PYD`ê serkeftina QSD`ê pîroz kir

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk serkeftina QSD`ê ya li hember çeteyên DAIŞ`ê pîroz kir.

PYD`ê serkeftina QSD`ê pîroz kir
26 adar, 2019   10:11

NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokaratîk (PYD) îro bi daxuyaniyekê serkeftina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) a li dijî çeteyên DAIŞ`ê pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi şahidiya tevahî cîhanê QSD`ê, hêzên kurdî, erebî, suryanî, asûrî û tevahî pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewleta bi navê DAIŞ`ê tune kir, bi boneya tunekirina terorîstan di aliyê meydanî de Newroz hat pîrozkirin, kêliyên dîrokî mîna kêliyên binxistina dîktatoriyê ji aliyê Kawayê Hesinkar ve bû.

Meclisa Giştî ya PYD`ê di daxuyaniya xwe de serkeftina li dijî çeteyên DAIŞ`ê li malbatên şehîdan, şervanên QSD`ê, birîndarên şer, gelên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tevahî gelê Sûriyê û cîhanê û bi taybet şervanên YPJ`ê pîroz kir û teqez kir ku ev serkeftin ji bo jinên têkoşer li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dîrokeke nû ye.

Meclisê teqez kir ku ew bi pirsgirêkên nû ber bi qonaxeke nû ve diçin, ew jî çarenûsa bi deh hezaran çeteyên rêxistina terorîst û girtiyan wan in, ev yek jî piştgireyeke navdewletî avakirina dadgeheke navdwletî ji bo darizandina terorîstan li herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dixwaze.

Meclisê anî ziman ku têkoşîna wan a demokratîk û civakî di birêxistinkirina civaka azad de berdewam dike û ji bo rakirina hemû cureyên cudahiya di navbera pêkhateyên civakê de li ser esasê felsefeya neteweya demokratîk û jiyana hevbeş di navbera hemû gel, ol û neteweyan de dixebitin.

Meclisa Giştî ya PYD`ê di dawiya daxuyaniyê de careke din serkeftina dîrokî li dijî çeteyên DAIŞ`ê li tevahî cîhanê, têkoşerên fikrên neteweya demokratîk ku ji tevahî cîhanê re teqez kir ku ev fikr bi ser ket, pîroz kir.

(bx)

ANHA