Komeke çete êrîşî bendeke kontrolê ya Hêzên Erka Xweparastin kir

Şevê din komeke çete êrîşî bendeke kontrolê ya Hêzên Erka Xweparastinê li bajarê Minbicê kir û di encama wê de şer di navbera Hêzên Erka Xweparastinê û koma çete de derket û 7 şervan şehîd bûn.

Komeke çete êrîşî bendeke kontrolê ya Hêzên Erka Xweparastin kir
26 adar, 2019   08:44
MINBIC

Şevê din saet di 12:00`an de bendeke kontrolê ya Hêzên Erka Xweparastinê li gel Çerxerêya Şerîya ya hundirê bajarê Minbicê ji aliyê komeke çete ve rastî êrîşekê hat û di navbera Hêzên Erka Xweparastinê û koma çete de şer derket.

Di encamê de 7 şervanên Hêzên Erka Xweparastinê şehîd bûn.

(bx)

ANHA