KJK: Êdî rizgariya Efrînê dê bikeve rojevê

KJK'ê serkeftina li hember DAIŞ'ê pîroz kir û diyar kir ku îdeolojî û şerê azadiyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir ku DAIŞ têk biçe. KJK'ê destnîşan kir ku dê êdî rizgariya Efrînê bikeve rojevê.

KJK: Êdî rizgariya Efrînê dê bikeve rojevê
26 adar, 2019   09:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) li ser serkeftina QSD'ê ya li hember DAIŞ'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya KJK'ê wiha ye:

“Hêzên QSD, YPG û YPJ'ê 22'ê Adara 2019'an li Dêrazorê bi merasîmekê serkeftina xwe ya li dijî DAIŞ'ê ragihand. Bi vî rengî herêma herî dawî ya di destê DAIŞ'ê de bû, kete destê hêzên azadiyê. Rêxistina hov û dijminê nirxê mirovahiyê DAIŞ ku sala 2013'an hate ragihandin, li ser bingeha ruhê fedayîtî, fedakarî, ked, lehengî û azadiyê hate têkbirin. Berxwedana yekbûyî ya gelên Kurd, Ereb, Suryanî, Çerkes, Tirkmen, îdeolojî û şerê azadiyê yê rêber Apo kir ku DAIŞ têk biçe. Ya ku bi vê serkeftinê re têk çû ne tenê DAIŞ e, di heman demê de AKP jî têk çû ku cotik û hevalbendê herî mezin ê DAIŞ'ê ye. Tifaqa AKP-DAIŞ'ê dixwest li Rojhilata Navîn faşîzma tarî ferz bike, gelên herêmê, çand û jinan qir bike û hegemonyaya xwe biafirîne.

Bi vî rengî li ser xaka Kurdistanê pêşî li felaketa herî mezin a ku dikarîbû bihata ser mirovahiyê hate girtin û dawî lê hate anîn. Eger DAIŞ li Şengalê, Kobanê, Heleb-Şêx Meqsûd, Rojava û Sûriyeyê nehatibûya têkbirin, faşîzma tarî ya ku li Rojhilata Navîn xwe dikir dewlet, tifaqa AKP-DAIŞ'ê wê bi kuştina mirovahiyê, gelan û jinan xwe mayinde bikira.

Lewma bi serkeftina li Dêrazorê li dijî DAIŞ'ê hate ragihandin re, tola jinên Êzidî yên li Şengalê dîl hatin girtin, tola civaka me ya Êzidî, gel û baweriyên ku li Rojhilata Navîn li ber tinebûnê bûn hate hilanîn. Ya herî girîng jî zemîneke xurt hate afirandin ji bo gel, çand, bawerî û jin li ser vê xakê bi rengekî azad bijîn.

Bi navê Koordînasyona KJK'ê em hêzên QSD, YPG û YPJ'ê yên ku ev serkeftina mezin diyarî mirovahiyê, jinan û gelan kirine silav dikin, pîroz dikin. Şervanên azadiyê hemûyan ên di şerê dijî DAIŞ'ê de şehîd bûn bi bîr tînin. Sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin. Şervanên azadiyê hemûyan ên di vî şerî de birîndar bûn bi rêz û hezkirin silav dikin.

Şervanên YPJ'ê di nava Şoreşa Rojava de li ser xeta Arîn Mîrkan bûn çavkaniyeke mezin a azadiyê û bi lehengî şer kirin. Li ser bingeha xeta azadiya jinê pêşengî ji xweparastina Şoreşa Rojava re kirin. Li dijî artêşa mêrê serdest ê tecawizkar, qirker û faşîst bi berxwedan û sekneke azadiyê ya awarte bersiv hate dayin. Cara yekê bû ku jin di şer de nebûn mexdûr; xwe û welatê xwe parastin, pêşengî ji şer re kirin û bi vî rengî rastiya jinê temsîl kirin. Sekna azadiyê ya YPJ'ê di dîroka têkoşîna azadiyê ya jinan hemûyan de bû serdemeke girîng û weke destpêkeke nû hate dîtin.

YPJ'ê di pratîkê de nîşanî jinên li dinyayê hemûyan da ku bi zanebûna xwe, bi rêxistinbûn û hêza xwe çawa dikarin sekneke azad biafirînin. Lewma berxwedana jinan a li Şengalê, li Kobanê û Rojava li dijî DAIŞ'ê hate kirin, ji bo jinên dinyayê bû çavkaniyeke mezin a hêvî, hêz û moralê. Di şexsê YPJ'ê de eşkere bû ku jinên Kurd li ser bingeha felsefeya azadiyê ya Rêber Abdullah Ocalan çawa bi pêş ketine, çawa kesayetên azad dikarin bên afirandin.

Bi vê serkeftinê re asta têkoşîna mirovahiyê ya li ser bingeha azadiyê bilindtir bûye. Bingeh ji îdeal û pratîkbûna jiyana azad re afiriye. Serkeftina ku li Dêrazorê hate ragihandin, nîşan da ku pratîkbûna modela neteweya demokratîk, konfederalîzma demokratîk a bi pêşengiya azadiya jinê ya Rêberê me encamên çawa bi dest dixe. Gelên Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî, Çerkes û Tirkmen bi parastina hevpar a welatê xwe re bingeheke qewîn ji jiyaneke azad re afirandin.

Ketina keleha dawî ya DAIŞ'ê li Dêrazorê nayê wê wateyê ku DAIŞ bi temamî ji holê rabûye.

Herêmên ku niha DAIŞ'ê ji xwe re kiriye hêlîn, Efrîn, Îdlib û Cerablûs e ku dewleta Tirk kontrol dike. Desthilatdariya Erdogan a faşîst qirker niha li van herêman bi DAIŞ'ê re dixebite û planên herî qirêj ji bo têkbirina Şoreşa Rojava amade dike. Ji ber vê yekê heta ku Efrîn neyê rizgarkirin, heta ku desthilatdariya AKP-MHP'ê bi dawî nebe wê gelên herêmê û Rojhilata Navîn bi rengekî rasteqîn azad nebin. Lewma bi hêza serkeftinê ya ku li Dêrazorê hate ragihandin wê êdî rizgariya Efrînê bikeve rojevê.”