Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa daxwaza Rêveberiya Xweser a ji bo avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê, biryara DYA’yê ya der barê Colana Sûriyê ya dagirkirî, şerê di navbera Filistîn û Îsraîlê, aloziya Yemenê û Cezayîrê kir.

Rojeva rojnameyên erebî yên îro
26 adar, 2019   08:41
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Heyat: Kurd ji dewletên cîhanê piştgiriyê dixwazin da ku dadgeheke navneteweyî ya taybet ji bo çekdarên DAIŞ`ê ava bikin

Têkildarî daxwazên Rêveberiya Xweser a avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê yên ku li gel QSD`ê girtî ne, rojnameya El-Heyat got: “Piştî çend rojan ji îlankirina bidawîkirina rêxistina DAIŞ`ê û rizgarkirina berîka wê ya herî dawî li rojhilatê Firatê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji dewletên cîhanê xwest ku bibin hevkar da ku bi hev re dadgeheke navneteweyî ya taybet ji bo darizandina terorîstên DAIŞ`ê li herêmên di bin serweriya wan de ava bikin. Çavkaniyekî Kurd jî ragihand ku ew hêvî dikin ku Rûsya avakirina vê dadgehê red neke.

Kopiyeke daxuyaniyê gihîşt rojnameyê ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li civaka navneteweyî kir ku dadgeheke navneteweyî taybet ji bo darizandina terorîstên DAIŞ`ê ava bikin. Rêveberiyê di banga xwe de got divê ev dadgeh li herêmên di bin serweriya wan de be.”

Şerq El-Ewset: Trump bi hinceta xetereya Îranê, wesîqeta Colanê îmze kir

Têkildarî mijara Colana Sûriyê ya dagirkirî, rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: “Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump duh wesîqeta serweriya Îsraîlê li ser Girên Colanê îmze kir. Trump anî ziman ku xetereya Îran û komên girêdayî wê heye, ji ber ku Colanê wekî cihê avêtina moşekan bi kar tînin. Lê çavkaniyên dîplomatîk ên erebî ragihandin ku ev yek hincet e.

Piştî itîrafkirina Trump bi serweriya  Îsraîlê li ser Girên Colanê, Camiya Erebî ev yek wek gaveke neguncaw bi nav kir. Hikumeta Şamê jî wek binpêkirin li ser serweriya wê bi nav kir. Rûsyayê jî hişyarî da û got dibe ku ev gav aloziyên nû li herêmê bi xwe re bîne.

Filistîn

Têkildarî mijara Filistînê jî rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: “Duh bi şev piştî êrîşên balafirên Îsraîlê li ser Xezayê, Misr di agirbesta navbera Îsraîl û Tevgera Hemasê de bi ser ket. Radyoya Hemasê jî ragihand ku balafirên Îsraîlê buroya serokê Buroya Siyasî ya Tevgera Hemasê li Xezayê û herêmên ku şênî lê dimînin, kirin hedef.”

Cezayîr

Têkildarî rewşa li Cezayîrê, rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: “Di saetên dawîn de, li Cezayîrê însiyatîfên der barê pêvajoya veguhestina hikumetê de zêde bûn û piraniya wan jî armac dikin ku kolan êdî aram bibin û bihêlin ku gel çareseriyên ji bo aloziya bipejirînin.”

Yemen

Têkildarî şerê li Yemenê, rojnameya Şerq El-Ewset got: “Di demekê de ku Koalîsyona Piştgiriya Hêzên Şerî li Yemenê û Neteweyên Yekbûyî duh li Riyadê hevpeymana parastina zarokan ku Yemenê îmze kir, Virginia Jamba ya ku bi navê rêxistina navneteweyî hevpeyman îmze kir, kiryarên Hûsiyan şermezar kirin.”