Deşta Dêrazorê bi rengê biharê xemilî

Piştî barîna baranê, deşta Dêrazorê kirasekî kesk li xwe kir. Ji ber wê ev dever bûye meqseda şivan û gavanan. Şêniyên herêmê jî li van deveran derdikevin seyranê.

Deşta Dêrazorê bi rengê biharê xemilî
Deşta Dêrazorê bi rengê biharê xemilî
Deşta Dêrazorê bi rengê biharê xemilî
26 adar, 2019   08:33
FEDÎ EL-FARÛQ / DÊRAZOR

Piştî barîna baranê ku van her du salên borî nebarîbû, gundewarên bajarê Reqayê heya El-Bû Kemalê, derdora bajarê Şedadê, herêmên Cerwan û Ebû Xeşeb ji aliyê bakur ve şîn bûne. Kulîlkên cur bi cur, deşta Dêrazorê jî xemilandiye.

Gelek cureyên kulîlkên rengîn û şînahiyên ku di warê tenduristiyê de têne bikaranîn, şîn bûne. Kulîlkên wekî gula zer, zembûr (zeîter), pûng û hwd.

Her wiha li herêmê gelek cureyên kîvarkan hene û şênî wek jêdera debara xwe sûdê jê werdigirin û dibin sûkên herêmê.

Ji ber geşbûna herêmê gelek şivan û gavanên ji herêmê û yên ji herêmên dîtir, berê xwe didin deştên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Li gorî rayedarên beşa parastina xwezayê ya Komîteya Çandiniyê ya Dêrazorê, divê çêrandin di dem û cihên diyar de bi awayekî birêxistinkirî dûrî parêzgehên xwezayî be. Wekî parêzgehên El-Hecîf bi her du beşên xwe ve rojhilat û rojava, Celîb El-Hikume, Bîr Ciwêf û beravên çem.

Her wiha hebûna keriyên hêştiran (deve) bi hejmarên mezin balkêş e. Şivanên keriyan ji herêmên nakok ên cuda û ji ber kêmbûna çêregehan, berê xwe daye her du gundewarên Dêrazorê yên rojhilat û rojava. Gelek cureyên hêştiran tev li pêşbaziyên hêştiran ên herêmê dibin û sûd ji berhemên wan tê girtin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku gelek deverên bi dar û ber li herêmên rojhilatê Sûriyê hene, lê çeteyên DAIŞ`ê gelek dar ji wan daristanan qut kirine.

(şx)

ANHA