Li bejahiya Helebê şer û topbaran

Duh taxên bajarê Helebê û bejahiya wê yên bakur û başur rastî pevçûn û topbaranên dualî ji hêla rejîma Sûriyê û çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirk ve hat. Di encamê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest da û hin sivîl jî birîndar bûn.

Li bejahiya Helebê şer û topbaran
26 adar, 2019   08:17

HELEB

Çavkaniyên herêmê ji ajansa me ANHA’yê re ragihand ku çeteyên dagirkeriya Tirk ên ku li herêma El-Raşidîn bi cih bûne, hewan avêtin taxa Heleba Nû. Tu agahî zêdetirî wê bi dest neketine.

Leşkerên rejîma Sûriyê bersiva topbaranê da. Her wiha herêma El-Raşidîn û taxa Bihosa El-Ilmî (lêgerîna zanîstî) ya rojavayê Helebê topbaran kirin.

Li bejahiyê jî rejîma Sûriye gundên Cezraya û Zemar ên li başurê bajarê Helebê topbaran kirin. Li gorî çavkaniyan topbaran bû sedema mirina 2 zarokan û gelek sivîl jî birîndar bûn.

Li aliyê bakur jî rejîmê herêmên li bajarokê Heyan ê rojavayê bajarê Helebê bombebaran kirin.

Çavkaniyan tekez kir ku pevçûnên dijwar di navbera hêzên rejîmê û komên çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirk li bakurê rojavayê bajarê Helebê de rû dan. Her wiha li taxa El-Zehra û herêma El-Raşidîn a rojavayê bajêr jî pevçûn çêbû.

(fr)

ANHA