Ava geliyê Menxelanê 20 hezar donim erd av dide

Ava geliyê Menxelan ê li gundewarên rojhilatê Reqayê, ji bo gelek cotkaran jêdara avdanê ye. Ava gelî bi qasî 20 hezar donim zeviyan av dide.

Ava geliyê Menxelanê 20 hezar donim erd av dide
Ava geliyê Menxelanê 20 hezar donim erd av dide
Ava geliyê Menxelanê 20 hezar donim erd av dide
Ava geliyê Menxelanê 20 hezar donim erd av dide
26 adar, 2019   07:51
EHMED ESAF / REQA

Li gundewarên rojhilatê Reqayê, gelek geliyên biçûk hene ku di encama lehiyan de çêbûne. Di hemû geliyên herêmê de zivistanan av diherike. Tenê ava geliyê Menxelan di her çar werzên (demsal) salê de diherike. Ji ber vê jî ji cotkarên herêmê re dibe jêdera avdana zeviyan.

Geliyê Menxelan, li bajarokê Hemrat e û dirêjahiya wî 40 km ye. Ji gundê Miêzîliya dest pê dike, di bajarokê Hemrat re derbas dibe û tev li çemê Firatê dibe. Bi qasî 5 hezar kes li rex çem sûdê ji gelî werdigirin û zeviyên xwe pê av didin.

Geliyê Menxelan beriya sala 1970‘î de geleyekî ku tenê di zivistanê de diherikî. Lê piştî pêkanîna projeyan li herêmê, av jê qut nebû. Ji wê demê ve ava gelî zêdetirî 20 donim zeviyên çandiniyê yên Hemratê av dide. Her wiha jêdera masîgir e.

Berpirsê giştî yê Komîteya Çandiniyê ya gundewarên rojhilatê Reqayê Abdullah Şehade anî ziman ku gelî ji bo cotkaran xwedî girîngiyeke mezin e. Şehada diyar kir ku projeyên wan ên ji bo gelî hene da ku gelek cotkar bikarin jê sûdê wergirin.

ANHA