Dergehê Sêmalka vebû

Ji vê sibehê de Dergehê Sêmalka piştî sererastkirina pirên di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de careke din vebû.

Dergehê Sêmalka vebû
26 adar, 2019   09:56
QAMIŞLO

Berpirsê Dergehê Sêmalka Baz Ehmed ji ajansa me ANHA’yê re ragihand ku pirên çûn û hatinê ji saetên sibehê ve di bin çavdêriyê de ne. Tevgera çûn û hatinê piştî sererastkirina her du piran dest pê kir. Her wiha tevgera bazirganiyê jî dest pê kir.

Rêveberiya Dergehê Sêmalka duh ragihand ku ji ber bilindbûna asta avê li çemê Dîcleyê zerar gihîşt pirên di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de, ji ber vê yekê tevgera çûn û hatinê hatibû rawestandin.

(fr)

ANHA