Li Til Hemîsê şahiya pîrozkirina serkeftina QSD’ê

 Bi sedan şêniyên Til Hemîsê serkeftina QSD`ê ya li dijî DAIŞ’ê pîroz kirin û şervanên QSD`ê jî li Goristana Şehîdan torenek leşkerî li dar xistin.

Li Til Hemîsê şahiya pîrozkirina serkeftina QSD’ê
Li Til Hemîsê şahiya pîrozkirina serkeftina QSD’ê
Li Til Hemîsê şahiya pîrozkirina serkeftina QSD’ê
Li Til Hemîsê şahiya pîrozkirina serkeftina QSD’ê
Li Til Hemîsê şahiya pîrozkirina serkeftina QSD’ê
25 adar, 2019   15:54
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê ya girêdayî kantona Qamişlo serkeftina QSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê bi şahiyekî pîroz kirin. Şahî li qada Navenda Çandiniyê ya Til Hemîsê hat lidarxistin. Qada şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdan û alên YPG, YPJ û QSD`ê hate xemilandin.

Beriya şahiyê şêniyan û bi dehan şervanên QSD`ê berê xwe dan Goristana Şehîdan a navçeyê. Şervanên QSD’ê ji bo bîranîna şehîdan torenek leşkerî li dar xistin.

Di şahiyê de hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Telat Yunis û malbatên şehîdan axivîn.

Axaftvanan tekez kirin ku bi saya keda şehîdan û fedekariyên wan herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji terorê rizgar bûn. Her wiha destnîşankirin ku serkeftina QSD`ê wê bi rizgarkirina Efrînê temam bibe.

Piştî bi dawîbûna axaftinan şêniyan xelekên govendê li ber stranên koma Navenda Çand û Hunerê ya navçeyê gerandin.

(şx)

ANHA