Dorpêça Îsraîlê, nelihevkirina Hemas û Fetihê Xeza vegerandine trajediyê

Li Xezaya Filistînê ku zêdeyî 2 milyon kes lê dijîn, ji ber embargoya ku ev 13 sale lê ferz kiriye, parçebûna navxweyî ya di navbera tevgerên Hemas û Fetih de felaketeke mirovî ye. Ji lewra ev çend rojin filistîniyên Xezayê li dijî vê yekê tevgera "Em dixwazin bijîn" dane destpêkirin.

Dorpêça Îsraîlê, nelihevkirina Hemas û Fetihê Xeza vegerandine trajediyê
25 adar, 2019   06:56
XEZA-UMER MÛSA

Çalakiyên welatiyên Filistînê yên li dijî rewşa aborî ya xirab û xizaniyê ya, cara yekemîn e ku piştî hilbijartinên Meclisa Zagonsaz ên sala 2006‘an ku Tevgera Hemasê bi ser ket, pêk tên.

Gelê Filistînê ji ber ambargoya Îsraîlê ya li ser Xezayê ferz kiriye, ji aliyekî ve dorpêç û parçebûna navxweyî ya di navbera tevgerên Hemas û Fetih de derketiye pêş. Di vê raporê de em balê bikşînin pêvajoyên "Xizankirina Xezayê" û faktorên ku Xeza gihandine vê rewşê.

Aktora yekemîn a herî bi bandor polîtîkeyên Îsraîlê ne

Ji sala 2005‘an û vir de, piştî ku Îsraîlê hêzên xwe ji Xezayê vekişand, dest bi polîtîkeyên ferzkirina zextê li ser Xezayê kir. Di vê çarçoveyê de bend danîn ser tevgera ketin û derketina bajar. Vê siyaset heta sala 2006‘an de dewam kir. Heta ku Tevgera Hemasê ya di hilbijartinênên zagonî de bi ser ket û hate ser desthilatdariyê.

Piştî wê Îsraîlê di her aliyan de dorpêçek giran danî ser Xezayê. Derbasbûna hercure madeyên tenduristî û pîşeyî qedexe kir. Komên çekdar di serî de Tevgera Hemasê kir hincet û got ku ev komana ji bo êrîşî Îsraîlê bikin alavên leşkerî çêdikin.

Di sala 2008‘an de Îsraîl yekemîn car şerekî mezin li dijî Xezayê pêk anî. Di encamê de karîsetek di aliyê bazirganî, aborî û tenduristî de derket holê. Piştre jî şerê duyemîn pêk anî.

Îsraîl, ji sala 2008‘an heta 2012‘an anku piştî şerê duyemîn ê li ser Xezayê, bi armanca ku nehêle rêxistinên çekdar ên Filistînê desteka leşkerî werbigirin ambargo danî li ser deriyên Xezayê yên bejahî û deryayî. Di sala 2014‘an de jî şerekê din anî ser Xezayê û di encamê de alozî kûrtir bû.

Îsraîlê piştî her sê şeran, di çarçoveya dorpêça li ser Xezayê de, derbasbûna alîkariyên mirovî madeyên xwarinê, tenduristî, avakirin û hwd asteng kir. Ji ber vê yekê zêdeyî 2 milyon niştecihên Xezayê bi aloziyekê re rû bi rû mane. Niştecih ji mafên xwe yên sivîl, siyasî, aborî, civakî û çandî bê par hatine hiştin. Her wiha di aliyê avê de jî rewşek aloz derket pêş, li gorî Saziya Avê ya Xezayê ji sedî 98 av qirêj bûye.

Desthilatdariya Filistînê û Hemas jî aktorên ku ambargo zêde kirine

Li gorî deneyên dawî yên navenda Filistînê ya serjimariyê, rêjeya bêkariyê li Xezayê ji saetî 60 e. Li herêmê piraniya ciwan û kesên zanîngeh qedandine bê kar in. Asta xizaniyê jî bilind bûye, li gorî dandeyên sala 2018‘ê bê ewlehiya xwarinê li gel malbatên Xezayê ji sedî 69 e.

Ji ber parçebûna di navbera Hemas û Fetihê de, ya ji sala 2006‘an heya niha ve piştî ku Tevgera Hemasê di erka serokwezaretiyê de biser ket, aloziya li Xezayê kurtir bû. Bi taybet piştî ku saziyên Filistînê yên li Xezayê ji ber dorpêça Îsarîlê ji xizmetê derketin.

Ji sala 2014‘an ve karmendên li gel Tevgera Hemasê ku hejmara wan zêdeyî 45 hezar kes in, tenê nîvê mûceyên xwe digirin. Karmendên din ên ku 26 milyon in  ji Adara 2017‘an ve mûceyên wan ji 50-75 hatiye qut kirin. Hikûmeta Filistînê jî sedema vê yekê bi astengiyên Tevgera Hemasê ve girê dide.

Di encamê nakokiyên her du aliyan de, hikûmeta Filistînê desteka xwe ya ji bo saziyên xizmetguzarî û tenduristiyê kêm kir. Li ser vê yekê hejmara navendên ku dixebitin kêmî 100 navendî ye û ew jî bi derfetên kêm dixebitin.

Aloziya kehrebeyê  û kêmkirina budceya Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Filistînê gelek bandorên neyînî li  xebatên tenduristiyê kirine. Nexweşxane ji bo aloziya kehrebeyê derbas bikin, niştergeriyên keyfî (ixtiyarî) paşde dixin. Beriya ku dema tedawiya nexweşan biqede wan ji nexweşxanê derdixînin û girtekên paqijiyê kêm kirine. Her wiha ji ber derengmayîna gihaştina dermanan ji Dife Xerbiyê û astengiyên di veguhestina nexweşan ji nexweşxaneyên derveyî Xezayê de tên pêşiya nexweşan, tehdîdên jiyanî çêdikin. Aloziya aborî û nebûna derfetên perwerdekirinê ji ber dorpêçê bû sedema kêmbûna bijîşkên pisbor û karkeran.

Tevî wê jî hikumeta Filistînê meşandina veguhestina nexweşên demdirêj ên Xezayê ku ji 2017`an ve bi hewcedariya nîştergeriyan e paşde dixe.

Dorpêçê aloziya avê jî pêş xist. Piraniya malbatên Xezayê her çar rojan ji 6 heya 8 saetan carekê avê bi dest dixin. Stasyonên ava vexwarinê ji ber tunebûna derfetên xebitandinê, bi karînek kêm bi rêjeya ji sedî 15 dixebite. Ew jî bandorê li xebitandina pompeyên avê, çareserkirina ava toreyên kanalîzasyonê û kêmkirina pîvanên paqijyê dike. Ji ber neçareserkirina toreyên kanalîzasyonê, hindek caran av derbasî kolanên giştî dibe. Tê texmînkirin ku ev rewş zêde bibe, dê bighêje asta lehiyan û bibe sedema belavbûna nexweşiyan.

Ji ber ku saziyên Xezayê nikarin pirsgirêka kanalîzasyonê çareser bikin, rojane zêdetir 108 milyon ton ava kanalîzasyonê derbasî Deryaya Spî tê kirin. Ji ber wê beravên Xezayê ji zêdetirî 3 salan ve bi temamî qirêj bûne.

Li gel dorpêçê jî, hikumeta Filistînê karînên saziyên sivîl û xizmetguzariyê ji bo pêşkêşkirina xebatên bingehîn kêm kirine. Ji ber wê azarên şêniyan zêde bûne.

Tevî gelek projeyên navdewletî ku li ser asta navdewletî têne amedekirin û dazgehên çapemeniyê propogendiya wan dikin jî lê ji dema serweriya Hemasê ve, kesên an jî aliyên ku desteka wan projeyan dikin, ji bo alîkariyê şert danîn. Van aliyan projeyên mirovî yên li Xezayê kêm kirin da ku danûstandên xwe bi Hemsê qut bikin. Ew jî rê li pêşiya gihandina alîkariyan ji herêm û saziyên ku ne di bin serweriya Hemsê de ne vekir. Mîna Difê Xerbiyê û herêmên ku bi awayekî mezin ne bi hewcedariya alîkariyê ne.

Di encamên ferzkirina qanûnên têkoşîna li dijî terorê li hin welatan, her wiha siyasetên "qutkirina têkiliyan bi Hemasê re" ku hin aliyan ferz kirine,  xebatên rêxistinên ne hikumî yên navdewletî ku li Xezayê dixebtin sînordar kir. Lewra hewldanên xilaskirina Xezayê asteng dibin.

Ji gelek salan ve Hemas di nav aloziyek aborî de tengav bûye. Ji bo ku Hemas aloziya xwe derbas bike budceyên gelek buha li ser kelûpelên bingehîn ên di warê xedemî de ferz kirin. Şêniyên Xezayê ji ber nebûna jêderên peydakirina debarê nikarin wan budceyan bidin, ji ber wê di van demên dawîn de hindek filistînî li Xezayê pêngava `Em dixwazin bijîn` destpê kirin. Lê aliyên emnî yên Xezayê û girêdayî Hemasê bi hêzê ew pêngav tepeser kirin.

Tevî wê jî dorpêça Israîlê rolek bingehîn û sereke di kûrkirina aloziyên Xezayê de dilîze. Ji 13 salan ve ji ber wê dorpêçê tevahiya riyên bejahî, avî û asmanî li ser Xezayê qut bûne û nahêle ku Hemas berbijêrkên din hilbijêre da ku aloziyê çareser bike. Mîna xurtkirina têkiliyên aborî bi Misir û dewletên din re.

Parçebûna di navbera Hemas û Fethê de hîmek sereke ya kûrkirina encamên dorpêçê bû û aloziyên mirovî li Xezayê gurtir kir. Rola her du tevgeran dibe ku cuda ba, eger li hev bikin û encamên dorpêçê sivik bikin. Her wiha ji bo hêsankirina jiyana şêniyên Xezayê plan danîbana, mîna hiştina hindek xebatên xedemî ku hikumeta Filistînê ji Xezayê re pêşkêş dike. Bidawîkirina budceyên ku Hemas li şêniyan ferz dike û pêşxistina şert û mercên jiyanê. Lê ew pêk nehat. Her du tevger bi rêya kirinên xwe li rex dorpêça Israîlê sekinîn û Xeza veguherandin trajediyekê.

(şx)

ANHA