Li gelek navendan pîrozbahiyên serkeftina QSD‘ê hatin lidarxistin

Şêniyên Dêrikê, Dirbêsiyê û gundewarên Reqayê pîrozbahiyê serkeftina QSD‘ê ya li dijî DAIŞ‘ê li dar xistin.

Li gelek navendan pîrozbahiyên serkeftina QSD‘ê hatin lidarxistin
Li gelek navendan pîrozbahiyên serkeftina QSD‘ê hatin lidarxistin
Li gelek navendan pîrozbahiyên serkeftina QSD‘ê hatin lidarxistin
Li gelek navendan pîrozbahiyên serkeftina QSD‘ê hatin lidarxistin
Li gelek navendan pîrozbahiyên serkeftina QSD‘ê hatin lidarxistin
Li gelek navendan pîrozbahiyên serkeftina QSD‘ê hatin lidarxistin
Li gelek navendan pîrozbahiyên serkeftina QSD‘ê hatin lidarxistin
24 adar, 2019   17:00
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên Dêrikê bi hemû pêkhateyên pîrozbahiya serkeftina QSD‘ê ya li dijî DAIŞ‘ê û rizgrkirina Baxozê li ber navenda Şehîd Bawer a Ciwanan lidar xist.

Di pîrozbahiyê de Hevserokê Meclisa Navçeya Dêrikê Sahib Osman axivî, serkeftina QSD‘ê li gelê herêmê, malbatên şehîdan û hemû şervanan pîroz kir.

Pîrozbahî bi gerandina xelekên dîlanan li ber stranên Koma Cûdî bi dawî bû.

HESEKÊ

Li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê bi beşdarbûna bi sedan kesî pîrozbahî li Stada navçeyê hate lidarxistin. Cihê pîrozbahiyê bi alên YPG, YPJ û QSD‘ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû xemilandin.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan, hevserokê meclisê Salim El-Salim û bi navê PYD‘ê endamê partiyê Mihemed Oskar û bi navê YPG‘ê fermandar Reşîd Umer axivîn.

Di axaftinan de hate gotin, "Dîrok serkeftinên QSD‘ê dinvisîne, şervanên QSD‘ê ku ala xwe li Baxozê hildan dê li girê Bilbilê yê Efrînê jî bilind bikin û dawî li dagirkeran bînin."

Piştî axaftinan Koma Zîlan a girêdayî navenda Çand û Hunerê ya navçeya Dirbêsiyê û hunermend Sefqan Orkêş daketin ser dikê û stran gotin.

Şahî bi gerandina xelekên dîlanan bi dawî bû.

REQA

Bi heman armancê şêniyên bajarê Keramê ya gundewarê rojhilatê Reqayê bi kerwanekî wesayîtan ku bi alên QSD û wêneyên şehîdan hatibû xemildandin di nava koldanên bajêr paşê li bajarokê Hemrat, Reqa Semra, Hews, Cidêdat geriyan.

Şêniyan herî dawî li qada Selama ya bakurê bajarê Keramayê kom bûn û li ber stranên şoreşgerî govend gerandin.

ANHA