Fermandariya YBŞ/YJŞ'ê serkeftina QSD'ê pîroz kir

Fermandariya YBŞ/YJŞ'ê bi daxuyaniyeke nivîskî serkeftina QSD'ê, YPG/YPJ'ê ya li dijî DAIŞ'ê pîroz kir û got, ''Ev ked û berxwedaniya pîroz serdemeke nû bi xwe re anî û bû nirxê hevpar ê tevahî gelan.''

Fermandariya YBŞ/YJŞ'ê serkeftina QSD'ê pîroz kir
24 adar, 2019   16:27
NAVENDA NÛÇEYAN 

Fermandariya YBŞ/YJŞ'ê bi daxuyaniyeke nivîskî serkeftina QSD'ê, YPG/YPJ'ê ya li dijî DAIŞ‘ê pîroz kir û got, ''Em serkeftina bi dawîkirina DAIŞ‘ê di serîde li afrînerê ruhê vê berxwedaniyê, lehengê ku dilop dilop xwîna xwe dane ber azadiyê û bi xwîna xwe xeyalê me kirin pêşeroja azad, li tevahî cangoriyên azadiyê, li gelê Kurdistanê û Êzidî, li Sûriyê tevahî Rojhilata Navîn û cîhane, tevahî dayîk û malbatê şehîdan û berxwedêrên di vê têkoşînê de gazîbûne, li tevahî gelê azadîxwaz, li tevahî jînê berxwedêr, bi teybet li YPJ û QSD'ê pîroz dikin. ''

Fermandariya YBŞ/YJŞ'ê got, ''Ev ked û berxwedaniya pîroz serdemeke nû bi xwe re anî û bû nirxê hevpar ê tevahî gelan'' û hate domandin:

''Di van êrişan dagirker de wek Şengalê em jî fermanekî mezin jiyan, li hember vê fermana bi ser me da hatî hêzê YPG û YPJ sînorê welatê xwe derbas kirin û bi vekirina korîdorê, bi şerê berxwedaniyê a li hember fermanê d bûn xwedî kedeke pir mezin. Bi wesîla bi dawîkirina DAIŞ‘ê em spasiyê xwe pêşkeş dikin. Wek zarokên gelê Êzidî piştî vê fermanê me di nava YBŞ û YJŞ de bi rêxistin kirin û tol axa pîroz ji DAIŞ rakir. Dîsa li gel vê jî li Minbic, Reqqa û deverê din, bi YPJ û QSD mil bi mil di heman çepera de li hember DAIŞ şerkirin jî bo me rumetekî pir mezin bû. Ev roj rojekî dîrokî ye, hêzê berxwedaniyê tiştê ku di aqil û xeyalê kesî de nebû pêk anî. Bu model û cesareta têkoşîna azadiya gelan. Bi vê re jî yekîtiyekî bê hempa lî ser vê axê ava kir.

Wekî tê zanîn bi plansaziyeke dagirkerî, bi navê DAIŞ‘ê, 3‘ê Tebaxê fermaneke bi serê gelê me de bînin û koka me ya resen ji holê rakin. Di serî de bi hezaran keç, dayik û yên ku berxwedan û teslîmî dagirkerîyê nebûn. Xwîna xwe li ser axa Şengalê ji me re kirin dîrok û bi hezara keç, dayik însanê me ketin destê van hovên dîrokê de, bi saya serê pakrewanên azadiyê  tenê me ev êrişa hovane neşikand di heman demê de bi rêxistinekê parastinê yê bi hêz me bersiva vê fermanê da. Di vê têkoşîna me de dîlên xwe ên di destê DAIŞ rizgar kirin, bû peymana me a tol û rûmetê. Di rizgarkirina dîlgirtiyên destê DAİŞ’ê de kedek mezin a hêzên YPJ û QSD çêbû, em cardin bi wesîleya vê rojêde spasiyê xwe raber dikin.

Encama xeleka dawî ya vê berxwedaniyê a bi navê Bahoza Firatê hatî avakirin. Ji bo gelê Rojava, Sûriyê û cîhana azadîxwaz xwedî wateyek pir girîng e. Lê bi teybet jî bo civaka Êzîdî xwedî wateyek mezîn e. Ev serkeftina bi xwîna şehîdan bi ked û berxwedaniyekî bi rûmet ava bû, mezin bû û bû mîrateke dîrokî û cîhanî. We bi ruhê ku daye avakirin di dahatuya me da wê bibe hêz, rêxistin û têkoşîna temînata pêşeroja azadiya gelê bindest.

Li ser vî bingehî em hêzên YBŞ û YJŞ vê serkeftina dîrokî û keda mezin li we, li tevahî berxwedêran û li gelê azadîxwaz pîroz dikin. Ji bo YPJ û QSD'ê di erkê dema nû de serkeftinê dixwazin.''