Çeteyên “Mertala Firatê” êrîşî nuqteyên şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê kirin

Çeteyên “Mertala Firatê” êrîşî nuqteyên şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê kirin
23 adar, 2019   22:33

NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku çeteyên “Mertala Firatê” êrîşî nuqteyên şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê kirin, li gundên El-Bûxazê û Korhiyok rojhilatê bajarê Babê yê dagirkirî di navbera her dua liyan de şer derket. Şer bi çekên giran rû da.

Li gorî nûçegihana ajansa me li herêmê, diyar kir ku beriya vê kêliyê şer di navbera şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê û çeteyên dagirkeriya Tirk ên “Mertala Firatê” de rû da. Piştî ku çeteyên “Mertala Firatê” nuqteyên şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê kirin hedef, li gundên El-Bûxazê û Korhiyokê rojhilatê Babê şer rû da.

Nûçegihana me got di şer heta niha jî dem dem berdewam e û çekên giran tên bikaranîn. Heta niha tu agahî di derbarê encamên şer de nehatine bidesxistin.

(şx)

ANHA