Şêniyên Hesekê, Heleb û Til Hemîsê jî serkeftina QSD’ê pîroz kirin

Piştî ku QSD’ê têkçûna DAIŞ’ê ragihand, bi sedan şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê, şêniyên Hesekê û şêniyên navçeya Til Hemîsê ji bo pîrozkirina serkeftina QSD’ê daketin qadan.

23 adar, 2019   18:35

NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku QSD’ê têkçûna DAIŞ’ê ragihand, bi sedan şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê, şêniyên Hesekê û şêniyên navçeya Til Hemîsê ji bo pîrozkirina serkeftina QSD’ê daketin qadan.

Hesekê

Bi sedan şêniyên Hesekê ji bo pîrozkirina serkeftina QSD`ê bi kerwanekî wesayîtan û alên QSD`ê hildan û di nava kolanên bajêr de geriyan.

Şêniyan sloganên silavkirina berxwedana şervanên QSD`ê berz kirin.

Heleb

Bi sedan şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê daketina kolanan û serkeftina QSD’ê pîroz kirin.

Şêniyan bi kerwanekî wesayîtan ji ber Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê ketin rê û di nav kolanên taxa Eşrefiye û kolanên taxa Şêxmeqsûd de geriyan, heya ku gihaştin rojhilatê taxê.

Tevî şêniyan Hêzên Ewlehiya Hundirîn, Tirafîk, endamên HPC, şervanên YPG û YPJ, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî serkeftina QSD`ê pîroz kirin.

Şêniyan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG, YPJ û Tevgera Ciwanên Şoreşger hildan.

Li qada Şehîd Destîna ya rojhilatê taxê şêniyan  deqeyek rêzgirtin sekinîn.

Paşê şêniyan xelekên govendê li gel berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana QSD`ê û tilîliyên dayîkan gerandin.

Til Hemîs

Bi heman mebestê şêniyên navçeya Til Hemîsê ji bo pîrozkirina serkeftina QSD`ê bi kerwanekî wesayîtan di nav kolanên navçeyê yên sereke de geriyan.

Her wiha şêniyan alên YPG, YPJ û QSD`ê hildan û berê xwe dan Goristana Şehîdan a Til Hemîsê.

Li goristanê şêniyan deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan serkinîn û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re berz kirin.

ANHA