QSD'ê rihê bi milyonan zindî kir

Meclisa Rêveber a herêma Firatê bi daxuyaniyekê serkeftinên QSD‘ê pîroz kir û got, QSD‘ê rihê bi mîlyonan zindî kir.

QSD'ê rihê bi milyonan zindî kir
23 adar, 2019   16:06

KOBANÊ

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) îro bi merasîmekê bi heybet li Heqil Umer ê gundewarê Dêrazorê têkçûna DAIŞ‘ê bi temamî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand. Li ser vê yekê Meclisa Rêveber a herêma Firatê bi beşdarbûna piraniya endaman daxuyaniyek da.

Daxuyanî li Goristana Şehîd Dicle ya bajarê Kobanê bi zimanê Erebî û Kurdî ji aliyê endamên rêveberiyê Mihemed Şahîn û Nesrîn Kenan ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate got: "Piştî zulm û koletiya bi salan, gelê Sûriyê ji bo maf û rûmeta xwe serî hilda. Di encamên şerê li ser desthilatdariyê û destwerdana derve ji bo berjewendiyan welat veguherî aloziyeke mezin û qada şer. Xwestin muzayîka civakê derbe bikin û ewlehî û yekîtiya herêmê têk bibin. Ti aliyekî gel neparast an jî ti projeyên wan ên siyasî ku îradeya gel temsîl bike tine bû, ji ber vê yekê di her qadan da alozî rû da."

Hin aliyan bi desteka dewletên herêmî û hêzên tarî ji vê aloziyê sûd wergirtin û bi navê DAIŞ an jî navên dîtir xwe ava kirin û bi maska islamê li herêmê şer, kuştin, qirkirin û wêrankirin, pêk anî.

Tabloya tarî nirxên mirovî û hebûna mirovahiyê kir hedef û nexweşiya xwe belav kir. Ji ber vê yekê pêwîst bû ku gelê Sûriyê vê nexweşiyê ji kokê rake û li hemberî wê bisekine.

Gelê Sûriyê yên di YPG û YPJ‘ê ev erka dîrokî girt ser xwe û ji bo azadiyê benda xwe kirin pir. Rêxistina terorîst hemû hêza xwe kom kir û dest bi êrîşên hovane yên li ser Kobana bi ewle kir, navenda jiyana hevbeş û spargeha koçberên ji tevahî Sûriyê kir da ku qirkirineke etnîkkî li hemberî gelê Kurd pêk bîne. Gelê herêmê ji bo parastina hebûna xwe berxwedaneke dîrokî kirin.

Kobanê bi ser ket û veguhrî sembola berxwedan, azadî û vinê, Kobanê destpêka têkçûna hêzên tarî bû.

Gelên Sûriyê, di bin banê QSD‘ê bûne yek, Minbic, Tebqa û Reqa rizgar kirin, bi hezaran şehîd dan, bi saya şehîdan û hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kombûna wan a li derdora QSD‘ê serkeftin bi rizgarkirina Dêrazorê  tecîdar bû, rih û jiyana mîlyonên xelkên Sûriyê zindî kir.

Têkoşîna me berdewam e heta rizgarkirina Efrînê û herêmên Sûriyê yên hatine dagirkirin û rakirina zilma li ser gelê me.

Em Meclisa Rêveber a herêma Firatê vê serkeftina mezin li hemû gelê Sûriyê pîroz dikin û hemû şehîdan bi bîr tînin û dixwazin ku kesên terorîst li Kobanê werin darizandin, ji ber ku destpêka têkçûna DAIŞ bû."

ANHA