Li Minbicê yekemîn civîna nirxandinê ya Meclisa Adaleta Civakî

Li Minbicê yekemîn civîna nirxandinê ya Meclisa Adaleta Civakî ya bajar û gundewarên wê destpêkir. Civîn bi dirûşmeya `Adaleta civakî rêya me ya ji bo avakirina civakek ekolojîk, exlaqî û siyasî ye` hat lidarxisin.

23 adar, 2019   16:14

MINBIC

Li Minbicê yekemîn civîna nirxandinê ya Meclisa Adaleta Civakî ya bajar û gundewarên wê destpêkir. Civîn bi dirûşmeya `Adaleta civakî rêya me ya ji bo avakirina civakek ekolojîk, exlaqî û siyasî ye` hat lidarxisin. Civîn li hola civînan a Meclisa Zagonsaz a Minbic li dar ket. Bi sedan parêzer, endamên Meclisa Adaleta Civakî ya Minbic û gundewarê wê, şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şêwirmendên Meclisa Adaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nûnerên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê beşdarî civînê bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Paşê hevserokê Meclisa Adaleta Civakê yê Minbic û gundewarê wê Ebulrehman Betran bi zimanê Erebî û berdevka Meclisa Adaleta Civakî Sewsen Henîfe jî bi Kurdî xêrhatina beşdaran kirin.

Di nav axaftinan de qala rewşa bajêr û gundewarê di dema dagirkeriya DAIŞ’ê de hate kirin. Her wiha dîroka avakirina Meclisa Adaleta Civakî ya Minbic û gundewaran (12’ê Kanuna 2016’an) û rêgezên ku meclisê ji xwe re kirine bingeh hatin vegotin.

Piştre cîgirê hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî girêdayî rewşa siyasî ya herêmê û gefên li dijî herêmê, bi taybet avakirina “herêma ewle” axivî. Şiblî tekez kir ku ew avakirina “herêma ewle” di bin çavdêriya Tirkiyê de red dikin.

Şiblî destnîşan kir ku ji bo parastina yekbûna xaka Sûriyê ew ji diyalogê re vekirîne û pêwîstiya tevlibûna tevahiya gelên Sûriyê di diyaloga siyasî de tekez kir.

Hevserokê Meclisa Adaletê ya Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferîd Atî bang li adaleta di navbera olan hemûyan bê cudahî kir. Atî tekez kir ku dema adalet di civakekê de tune be, tevlîhevî belav dibe, ji ber wê pêwîstiya girêdana bi rêgezên ku adaletê pêk tînin heye.

Piştî wê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Mehmûd El-Îdo axivî û hêviya serkeftinê ji civînê re kir.  El-Îdo destnîşan kir ku adalet bingeha xebata civakê ye û şehîdên ku bingeha azadiyê bi keda  xwe danîne bi bîr xist.

Piştî bidawîbûna axaftinan rapora xebatên Meclisa Adaleta Civakî ya Minbicê ya 2017-2018`an hate xwendin. Xebatên meclisê hatin nirxandin û plansaziya meclisê hate pêşniyarkirin. Piştî nirxandinê bi piraniya dengan bendên xebata Meclisê ya di sala nû de erê kirin.

Di plansaziyê de 12 bend hatin diyarkirin, jê zêdekirina endamên meclisê, zêdekirina karmendan li gorî pêwîstiyan, jinûvebirêxistinkirina komîteyên lihevanînê li ser xetan, meclis û komînan.

Di dawiya civînê de axaftina dawî ji aliyê hevserokê Rêveberiya Komîteyên Lihevanînê ya Minbicê û gundewarên wê Ebdulrezaq Ismaîl ve hate kirin. Ismaîl diyar kir ku li gorî dema kurt a xebatê nirxandin baş bû û zelal kir ku xebatên meclisê li ser hîmên nûjen mîna komîteyên lihevanînê ava dibe.

Di dawiyê de Ismaîl bal kişand ser rola komîteyên lihevanînê di Meclisa Adaleta Civakî de û destnîşan kir ku rêjeya pirsgirêkên li gel komîteyên lihevanîn çareser dibin zêdetirî nîvê hejmara giliyên ku têne ber destê meclisê. Ismaîl tekez kir ku li rex qanûnan, exlaq bingeha kar e. Ismaîl serkeftina civînê li beşdaran pîroz kir û hêviya serkeftinê ji meclisê re xwest.

(şx)

ANHA