Girkê Legê serkeftina QSD`ê pîroz dikin

Bi sedan şêniyên Girkê Legê daketin kolanan û serkeftina QSD`ê ya li dijî DAIŞ`ê pîroz kirin.

Girkê Legê serkeftina QSD`ê pîroz dikin
23 adar, 2019   15:33

QAMIŞLO

Şêniyên navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo têkçûna DAIŞ`ê pîroz kirin.

Şêniyan bi kerwanekî wesayîtan ku ji sedan erebeyan pêk hat, ji qada Şehîd Xebat ber bi paymengeha Şehîd Baz a Zanistên Perwerdehiyê ve ketin rê. Şênî di nav kolanên sereke yên navçeyê de geriyan û dirûşmeyên silavkirina QSD, YPG û YPJ`ê berz kirin.

Şênî li ber paymengeha Şehîd Baz sekinîn û xelekên govendê gerandin.

(şx)

ANHA