Tabloyên Berxwedana Serdemê û talankirina dagirkeriya Tirkiyê hatin pêşandan

Şêwekarên Efrînê berxwedan, israr û vîna  şêniyên Efrînê ya li dijî dagirkeriya Tirkiyê xistin mijara tabloyên xwe. Şêwekaran tabloyên xwe di pêşangeha ku li bajarê Qamişloyê hatiye vekirin de, pêşan dan.

Tabloyên Berxwedana Serdemê û talankirina dagirkeriya Tirkiyê hatin pêşandan
Tabloyên Berxwedana Serdemê û talankirina dagirkeriya Tirkiyê hatin pêşandan
Tabloyên Berxwedana Serdemê û talankirina dagirkeriya Tirkiyê hatin pêşandan
Tabloyên Berxwedana Serdemê û talankirina dagirkeriya Tirkiyê hatin pêşandan
Tabloyên Berxwedana Serdemê û talankirina dagirkeriya Tirkiyê hatin pêşandan
Tabloyên Berxwedana Serdemê û talankirina dagirkeriya Tirkiyê hatin pêşandan
23 adar, 2019   15:28

QAMIŞLO

Îro bi hevkariya Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê pêşengeha hunerên şêwekaran, li hola Zana ya  bajarê Qamişlo bi dirûşmeya ‘Ji bo te Efrîn’, hat li darxistin. Di pêşangehê de tabloyên ku vîna gelê Efrînê, komkujiyên dagirkeriya Tirkiyê, guhartina demografiya  ku dagirkeriya Tirk li Efrînê dimeşîne û talankirina xwezaya wê, hatin pêşandan. Bi dehan rewşenbîr, nivîskar û şêniyên bajarê Qamişlo beşdarî pêşangehê bûn.

26 tablo di pêşangehê de hatin pêşandan. Tablo ji aliyê şêwekar Henîv Hemo, Ardelan Ibrahîm, Roşan Sîno, Lodîmêla Horo û Şervîn Mihemed ve hatibûn çêkirin. Hêjayî bi bîrxistinê ye ku pêşengeh di 14 û 15`ê Adarê li navenda Aram Tîgran a girêdayî bajarokê Rimêlanê û di 17 û 18`ê Adarê de li hola Erd E-Ehlam a girêdayî bajarê Hesekê ye habitû vekirin.

Di pêşangehê de hevseroka Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê Leyla Ibrahîm diyar kir ku armanca vê pêşengehê, ew e ku rewşa  gelê Kurd li Efrînê tê re derbasbûyî ji cîhanê re zelal bike.

Pêşengeh ji aliyê xwişka şehîd Barîn Kobanê ve hat vekirin

Di hemû tabloyan de,  xwezaya Efrînê bi rengê kesk û rengê zeytûnê habibû xêzkirin. Her wiha koçberkirina şêniyên Efrînê , meşa wan a di rêya çiyayê Lêlûnê, şewitandina xwezaya Efrînê û hilweşandina peykerê Kawayê Hesinkar yê ku li navenda Efrînê, hatibûn xêrkirin.

Heman demê de berxwedana jinê di kesayeta Barîn Kobanê û Avêsta Xabûr de hatibûn xêzkirin.

Tê payîn ku pêşengeh  dê du rojan berdewam bike.

ANHA