Li Heqil Umer pîrozbahiya serkeftina mezin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) merasîmê pîrozbahiya serfiraziya Pêngava Bagera Cizîrê ya li dijî DAIŞ‘ê li Heqil Umer ê gundewarên Dêrazorê li dar xist.

Li Heqil Umer pîrozbahiya serkeftina mezin
23 adar, 2019   15:26

DÊRAZOR

Şervanên QSD‘ê îro alên QSD‘ê li gundê Baxozê hilda û bi armanca ragihandina serkeftina li dijî DAIŞ‘ê merasîmeke bi heybet li Heqil Umer ê gundewarê Dêrazorê li dar xist.

Şervan û fermandarên QSD, nûnerên Koalîsyona Navdewletî , Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, MSD, partiyên siyasî û şêx û rûspiyên herêmê di merasîmê de amade bûn.

Merasîm bi deqeya rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan û sirûda "Ey Reqîb" destpê kir û ji aliyê şervanên QSD‘ê ve torana leşkerî pêk hat.

Berdevkê QSD‘ê Kîno Gabriyêl bi xêrhatina beşdaran kir û got, binkeftina DAIŞ‘ê serkeftina tevahî cîhanê ye.

Paşê axaftina QSD‘ê ji aliyê fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mezlûm Ebdî hate kirin. Ebî destnîşan kir ku wan çeteyên DAIŞ‘ê têk birin û şerê li Kobanê ku sembola berxwedana cîhanî ya li dijî terorê ye destpêka têkçûna DAIŞ bû.

Ebdî anî ziman ku aktora sereke ya serkeftina hêzên wan xeta neteweya demokratîk û biratiya gelan ku hemû pêkhate û şervanên enternasyonal de di nav xwe de digire.

Fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mezlûm Ebdî di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku têkoşîna wan a li dijî DAIŞ‘ê berdewam e û xeteriya şaneyên veşartî li ser herêmê hîna heye.

Nûnerê DYA’yê yê li dijî DAIŞ`ê William Robak jî axivî, têkçûna DAIŞ`ê pîroz kir û îşaret bi rola şervanên QSD`ê di tunekirina DAIŞ`ê de kir û got, ku xebatên wan li dijî çeteyên DAIŞ`ê didomin.

Robak di axaftina xwe de wiha got:"Em berdelên QSD`ê û hêzên ewlekariyê yên Iraqê ji bo serkeftinê pîroz dikin û em sersaxiyê ji malbatên hemû şehîdan re dixwazin."

Robak her wiha diyar kir ku DAIŞ têk çû, lê xebatên wan ji bo tunekirina wan bi temamî didomin û wiha pê de çû: "Em ji detspêkê ve zelal in. Em ê destekê bidin xebatên koalîsyonê ji bo tunekirina DAIŞ`ê. Serok Trump got em ê her tiştê pêwîst li Sûriyê bikin."

Seroka Meclisa Rêveber a MSD’ê Îlham Ehemd serkeftina QSD‘ê ya li dijî DAIŞ‘ê li tevahî gelê Sûriyê pîroz kir û got: "Ji bo tinkirina DAIŞ‘ê rizgarkirina erdîngariyekê tenê têrê nake, pêvajoya bê hîna girîngtir e. Dosayaya DAIŞ‘îyên girtî ku hejmara wan derdora 5 hezarî ne bi dawî nebûye, divê li dadgehên navdewletî werin darizandin."

Hevserokê Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdhamid El-Mihbaş got: "Îro rojeke dîrokî ye ji bo gelê Sûriyê û hemû cîhanê, dîrok dê van kêliyan bi tîpên zêrîn binivîsîne, ji ber ku rojeke ragihandina rizgarkirina xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji terorê ye."

El-Mihbaş di dawiya axaftina xwe de QSD û Koalîsyona Navdewletî silav kir û soza parsatina destkeftiyan da.

Piştî axaftinan, Fermanarê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî, ji fermandarên YPJ`ê Newroz Ehmed, kesên ku di têkbirina DAIŞ`ê destek dan wan, xelat kirin.

Nûnerê DYA’yê yê li dijî DAIŞ`ê William Robak, li şûna Buroya Malbatên Şehîdan Farûq Maşî, nûnerê Saziya Birîndar û Gaziyan yek ji şervanên birîndar, Hêzên Ewlekariya Hundrîn a Bakurê Sûriyê fermandar Qehreman Hesen xelat girtin.

Merasîm bi dirûşmeyên silavkirina QSD‘ê bi dawî bû.

ANHA