Li Kobanê şehîd Îbrahîm Xelîl hat oxirkirin

Şêniyên Kobanê cenazeya şervanê YPG`ê Îbrahîm Xelîl (Piling Kobanê) dema ku li ser erka xwe bû şehîd bû, oxir kirin.

Li Kobanê şehîd Îbrahîm Xelîl hat oxirkirin
Li Kobanê şehîd Îbrahîm Xelîl hat oxirkirin
Li Kobanê şehîd Îbrahîm Xelîl hat oxirkirin
Li Kobanê şehîd Îbrahîm Xelîl hat oxirkirin
23 adar, 2019   15:22

KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê ,endam û rêveberiya saziyên sivîl , hêzên HAT, şervanên YPG/YPJ`ê û Hêzên Xweparastinê cenazeya şervanê YPG`ê Îbrahîm Xelîl (Piling Kobanê) yê di 21’ê Adarê de dema li ser erka xwe şehîd bû oxir kirin. Şehîd Îbrahîm Xelîl bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dicle sipartin axê .

Maresîm bi deqeyekê rizgirtinê dest pêkir.

Paşê yek ji fermandarên YPG’ê Dijwar Kobanê sersaxî ji malbata şerhîd re xast û wiha got:"Îro roja têkçûna DAIŞ`ê ye. Bi  saya van şehîdan me îro DAIŞ’ê têkbir. Me kolanên Kobanê tax bi tax ji DAIŞ’ê rizgarkir ta Baxozê. Dewleta Tirk rojane gefan li em dike, lê piştî ev qas şehîd em tu gavan paş de navêjin.”

Cîgirê hevserokê Meclisa Kantoa Kobanê Ferhan Kobanê jî got: “Em serkeftina QSD’ê  li hemû gelan pîroz dikin. Bi saya xwîna van qehremanan me Baxoz rizgar kir û DAIŞ têk bir. Em deyndarê Rêber Apo û şehîdan ne. Çawa me Baxozê rizgar kir em ê Efrînê jî rizgar bikin.”

Piştre bawernameya şahadeta şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Her wiha di merasimê de bawernameya şehîdê HPG’ê Qasim Hisên (Derwîş Egîd) ê ku di 27 `ê Adara  2018`an de şehîd bibû, dan malbata wî û sersaxî ji malbata wî re xwestin.

Girseya gel cenazeyê şervanê YPG`ê Piling Kobanê  di nav tililiyên dayîkan û dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ de spartin axê.

(hk-sn)

ANHA