Girê Spî têkçûna DAIŞ`ê pîroz kir

Şêniyên bajarê Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê serkeftina QSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê bi şahiyekî pîroz kirin.

Girê Spî têkçûna DAIŞ`ê pîroz kir
Girê Spî têkçûna DAIŞ`ê pîroz kir
Girê Spî têkçûna DAIŞ`ê pîroz kir
Girê Spî têkçûna DAIŞ`ê pîroz kir
Girê Spî têkçûna DAIŞ`ê pîroz kir
Girê Spî têkçûna DAIŞ`ê pîroz kir
Girê Spî têkçûna DAIŞ`ê pîroz kir
Girê Spî têkçûna DAIŞ`ê pîroz kir
Girê Spî têkçûna DAIŞ`ê pîroz kir
23 adar, 2019   15:06

GIRÊ SPÎ

Li bajarê Girê Spî îro bi sedan şêniyan serkeftina QSD`ê ya li dijî DAIŞ’ê pîroz kirin.

Piştî ku hêzên leşkerî têkçûna DAIŞ’ê ragihandin, li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê gel daketin qadan. QSD`ê bi awayekî fermî li zeviya neftê ya El-Umer a li gundewarê Dêrazorê têkçûna DAIŞ`ê ragihand.

Li Girê Spî jî şahî hat lidarxistin. Şahî li Goristana Şehîd Mehmûd Tima ya li gundewarê rojhilatê kantonê bi tevlibûna bi sedan şênî, endamên sazî û rêveberiyên herêmî, malbatên şehîdan û bi dehan şervanên QSD`ê li dar ket.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin li gel torenek leşkerî ji hêla Hêzên Erka Xweparastinê, Yekîneyên Displîna Leşkerî û Hêzên Ewlehiya Hundirîn ve destpê kir

Paşê yek ji fermendarên QSD`ê Mezlûm Girê Spî axivî û serkeftina QSD’ê li hemû gelan pîroz kir.

Mezlûm got: "Şehîdan soza rizgarkirina herêmê ji DAIŞ`ê anîn cih. Sûriye û cîhan bi saya fedakariyên wan ji terorê xilas bûn. Em bejna xwe li hember fedakariyên wan ditewînin ji ber ku ji bo rûmeta gel û jiyana azad canê xwe feda kirin."

Eyn Îsa

Bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsayê serkeftina QSD`ê ya li dijî DAIŞ`ê pîroz kirin û tekez kirin ku gava bê rizgarkirina Efrînê ye.

Bi vê mebestê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê şahiyek li navçeyê li dar xist û bi sedan şêniyên navçeyê, gund û bajarokên girêdayî navçeyê beşdarî şahiyê bûn.

Qada şahiyê bi alên YPG, YPJ, QSD, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger, wêneyên şehîdan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên `Em QSD`ê bi serkeftina li dijî DAIŞ`ê pîroz dikin`, `Çawa Kawayê Hesinkar biserket QSD jî li hember terorê bi serket` hat xemilandin.

Di şahiyê de axaftina hatin kirin; hevseroka Meclisê Sewsen El-Himêdî, bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a navçeyê Besêl Xelîl, bi navê Meclisa navçeyê endamê rêveberê ê meclisê Kemal Mihemed axivîn.

Axaftvanan serkeftina QSD`ê pîroz kir û diyarî malbatên şehîdan kirin. Her wiha tekez kirin ku gava bê ya hêzên leşkerî û tevahiya ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rizgarkirina Efrîn û bajarên din ên dewleta Tirk dargir kirine. Axaftvanan soza têkoşînê ji bo tunekirina terorê heya ragihandina rizgarkirina Efrînê dan.

Piştre koma zarokên El-Elî Baciliyê dîlanên gelêrî yên herêmê pêşandan û şêniyan xelekên govendê li ber stranên şoreşgerî gerandin.

(şx)

ANHA