Brett McGurk spasiya QSD`ê kir

Nûnerê berê yê serokê DYA`yê yê li dijî DAIŞ`ê Brett McGurk spasiya Hêzên Sûriya Demokratîk kir ku ji ber çeteyên DAIŞ`ê tune kirin û serkeftin li cîhanê pîroz kir.

Brett McGurk spasiya QSD`ê kir
23 adar, 2019   08:41

NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê berê yê serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Brett McGurk Ii ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û tê de got ji ber ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) çeteyên DAIŞ`ê tune kirin, spasiya wan dike û ev serkeftin li cîhanê pîroz kir.

McGurk serkeftina QSD’ê wek serkeftineke dîrokî bi nav kir û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

McGurk di peyama xwe de wiha got: “A girîng ew e ku îro em spasiya Hêzên Sûriya Demokratîk bikin, ji ber ku vê hemleyê bi awayekî çalak dewam kir. Em sersaxiyê ji bo kesên ku di şer de jiyana xwe ji dest daye û birîndar bûne, dixwazin. Ev serkeftineke dîrokî ye, ji ber ku parastina tevahiya cîhanê hate kirin.”

(kc)

ANHA