‘Hêviya me pêk hat û DAIŞ têk çû’

Gaziyên li hember çeteyên DAIŞ`ê li ber xwe da û şer kir, eşkere kir ku hêviya wan pêk hatiye û DAIŞ têk çûne.

‘Hêviya me pêk hat û DAIŞ têk çû’
23 adar, 2019   06:20
KOBANÊ-STÊRA NEBÎ

Di şoreşa Rojava de bi hezaran keç û xort ji bo ku welatê xwe ji dagirkeriyê biparêzên, tev li YPG, YPJ û QSD`ê bûn û bi hezaran ji wan şehîd bûn û gelek jî birîndar bûn an jî ji organên laşê xwe bûn û bûn gazî. Gazî bi moral û coş tev li pîrozbahiyên Newrozê bûn û wiha diyar kir ku pir kêfxweş in, ji ber ku hêvî û armanca wan a esasî ew bû ku çeteyên DAIŞ`ê tune bikin û hêviya wan jî pêk hat ku li Baxozê çete têk diçin.

Der barê mijarê de şervana YPJ`ê ya gazî Kajîn Kobanî wiha got: "Em Newroza 2019’an li rêber Apo û hemû hevalên di greva birçîbûnê de pîroz dikin. Newroza 2019’an ji bo me sala serkeftinê ye, ji ber ku çeteyên DAIŞ`ê têk diçin, ez berxwedana Leyla Guven û hemû kesên ku demeke dirêj e ji bo tecrîda li ser rêber Apo ketine greva birçîbûnê, silavan lê dikim û ez bawer im ku dê ew berxwedan bi ser bikeve û dê serokê me azad bibe."

Kajîn di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku çawa wan DAIŞ li ser axa xwe tune kir û welatê xwe ji wan rizgar kir, dê dagirkeriya dewleta Tirk li Efrînê jî tune bikin û Efrînê azad bikin.

Her wiha gaziyê bi navê Ferîdûn Xelîl jî wiha axivî: “Dema ku çeteyên DAIŞ`ê êrîşî bajarê Kobanê kir, me ew paşve dan û herî dawî jî me li Baxozê ew têk birin. Newroza 2019’an li hemû dayikên şehîdan pîroz dikim. Ji ber ku hêviya zarokên wan pêk hat û DAIŞ tune bû. Em jî wek gazî heger çi ji me were xwestin, ji bo azadiya rêber Apo û azadiya welat em amade ne bikin.”

ANHA