Li Reqayê xebatên perwerdeyê

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê ku roleke girîng di rêvebirina prosesa perwerdeyê de dilîze, hejmareke mezin a xwendekaran hembêz kir, piştî ku bi salan ji perwerdeyê hatibûn dûrxistin.

Li Reqayê xebatên perwerdeyê
Li Reqayê xebatên perwerdeyê
Li Reqayê xebatên perwerdeyê
Li Reqayê xebatên perwerdeyê
23 adar, 2019   05:20

HEMED EL-MUSTEFA / REQA

Meclisa Sivîl a Reqayê piştî rizgarkirina bajêr ji çeteyên DAIŞ‘ê ji aliyê şervanên QSD‘ê ve xebatên jinûveavakirina bajêr dan destpêkirin. Meclisê di xebatên xwe de girîngiyeke mezin da warê perwerdeyê û di vê çarçoveyê de Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya girêdayî meclisê bi vegera şêniyan re dest bi sererastkirina dibistanan kir ku çeteyan wek baregehên leşkerî bi kar dianîn.

Lo gorî Rêveberiya Dibistanan a Komîteya Perwerde û Fêrkirinê 317 dibistan li bajar û gundan hatine vekirin. Di van dibistanan de 115 hezar xwendekar ji aliyê 4 hezar û 200 mamosteyan ve têne perwerdekirin.

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê bi derfetên kêm dibistan sererast dike û li derdora wan sûr danîn, her wiha derî û pencere nû kirin û stad ava kirin.

Li aliyekî ji bo xurtkirina asta mamosteyan di aliyê rêbazê de peymangeh hatin vekirin.

Komîteyê her wiha zarokên koçber ên di kampan de jî ji perwerdeyê bê par nehiştin. Li ser vê yekê dibistan di nava kampan de vekirin û pêwîstiyên xwendinê ji lênûsk, pênûs, pirtûk û çente pêşkêşî wan kirin.

Der barê mijarê de, endama rêveber a Rêveberiya Dibistanan Nehla Îsmaîl ji ajansa me re axivî û diyar kir ku wan di destpêka salê de gelek zehmetî kişandin, lê ew zehmetî roj bi roj derbas kirin.

Nehla anî ziman ku Meclisa Sivîl a Reqayê ji destpêka damezirandinê ve giraniya karê xwe da warê perwerdeyê û dibistan vekirin da ku zîhniyeta paşverû ya di mêjiyê zarokan de hatibû çandin, rake û wiha got: "Me dibistanan vekirin da ku giyanê perwerdeyê geş bikin û hemû zarokan hembêz bikin ku bikarin nifşekî zana û perwerdekirî ava bikin."

(bb)

ANHA