Şêniyên Hesekê berê xwe didin qada Newrozê

Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê berê xwe didin Stada Beledî ya li taxa Giwêran da ku Newrozê pîroz bikin.

Şêniyên Hesekê berê xwe didin qada Newrozê
Şêniyên Hesekê berê xwe didin qada Newrozê
Şêniyên Hesekê berê xwe didin qada Newrozê
Şêniyên Hesekê berê xwe didin qada Newrozê
Şêniyên Hesekê berê xwe didin qada Newrozê
Şêniyên Hesekê berê xwe didin qada Newrozê
Şêniyên Hesekê berê xwe didin qada Newrozê
Şêniyên Hesekê berê xwe didin qada Newrozê
19 adar, 2019   08:25

HESEKÊ

Şahiyên Newroza 2019`an, hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma "Bi rihê Newrozê tecrîdê bişikînin û Efrînê rizgar bikin" tên lidarxistin. Bi vê yekê îşaret bi girêdanên şêniyên herêmê bi fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin û dewleta Tirk a dagirker ku gefan li projeya demokratîk a hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, şermezar dikin.

Ji saetên sibê ve şêniyên kantona Hesekê bi cil û bergên xwe yên gelêrî berê xwe didin cihê şahiyê li Stada Beledî ya li taxa Giwêran a bajarê Hesekê.

Li gorî komîteya amadekar a Newroza bajarê Hesekê, şahî dê bi pêxistina agirê Newrozê ji aliyê malbatên şehîdan ve dest pê bike, paşê dê berpirsê Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a TEV-DEM`ê Aldar Xelîl, bi navê endama Koordînasyona Kongreya Star Evîn Başo biaxivin û paşê partiyên siyasî yên kurdî, erebî û suryanî yên kantona Hesekê daxuyaniyeke hevbeş ji bo Newrozê bidin.

Di şahiyê de dê stran û dîlan ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Xabûrê û Koma Tolhildan ve werin pêşkêşkirin.

(bx)

ANHA