Malbatên Şehîdan: QSD xeyalên şehîdan pêk tîne

Hevjîn û dayikên şehîdan destnîşan kir ku hêviya şehîdan îro li ser erdê bi têkçûna DAIŞ`ê re pêk tê.

Malbatên Şehîdan: QSD xeyalên şehîdan pêk tîne
19 adar, 2019   09:04

RÛBA EL-ELÎ / REQA

Di hemleyên rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ`ê de ji aliyê QSD`ê ve, bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hemû pêkhateyan gihaştin asta şahadetê. Armanca wan şehîdan bidawîkirina çeteyên DAIŞ`ê bû ku mafê jiyanê ji gelan girtin. Bi nêzîkbûna bidawîkirina çeteyên DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, xeyalên şehîdan pêk tên.

Der barê mijarê de dayik û hevjînên şehîdan kêfxweşiya xwe ji ber têkbirina çeteyên DAIŞ`ê û serbilindiya xwe bi QSD`ê anîn ziman û ji ANHA’yê re axivîn.

Hevjîna şehîd Ebo Şadî, Henan Mistefa wiha got: "QSD ku hemû pêkhateyên gelê Sûriyê himbêz dike, tola hemû şehîdan radike û xeyalên wan pêk tîne."

Henan destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ`ê hewl da azadiya gelan tune bikin, lê şehîdan û bi saya lehengiya wan gel ber birin ewlehiyê û bi saya lehengiya wan îro çete têk diçin.

Hîba Ebdullah hevjîn û keça şehîdan e û wiha got: "Êşa ku jin û zarokên bajarê Reqayê dît, nayê gotin. Ji ber vê yekê bav û 3 birayên min tev li QSD`ê bûn da ku tolê ji çeteyan hildin ku jiyan li me kirin dojeh. Em serbilind in ji ber xaka me bi xwîna şehîdan hate avdan."

Hîba Ebdullah diyar kir ku dê dîrok şahidiya şehîdên ku canê xwe dan ji bo ku terora li ser cîhanê xeter bû, tune bikin.

Hevjîna şehîd Qenas, Henaa Salih ku zarokê wê ji ber nexweşiya gurçikan jiyana xwe ji dest da û çeteyan nehişt derkeve û kurê xwe derman bike, wiha got: "Bi nêzîkbûna rizgarkirina bajarê me re, hevjînê min tev li QSD`ê bû da ku tolê ji çeteyan rake, piştî demekê gihaşt asta şehadetê. Va ye îro ev hêz tola hevjîn û kurê min radikin û cîhanê ji terorê rizgar dikin."

Her wiha hevjîna şehîd Ebo Feysel, Emîne El-Elî serbilindiya xwe bi tevlêbûna wan ji malbatên şehîdan re anî ziman û wiha got: "Van şehîdên ku em ji terorê xelas kirin, dibe ku serkeftin nedîtin, lê hevalên wan tola wan radikin û dê mizgîniya serkeftinê ji wan re bînin."

(jo)

ANHA