ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19.03.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19.03.2019
19 adar, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ya ji bo rizgarkirina Baxozê dê were şopandin.

-Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li navçeya Eyn Îsayê girêdayî kampa Holê daxuyanî dide saet 11:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Rêveberiya Komeleya Nûr El-Musteqbel a bajarê Minbicê ji bo zarokên komeleyê bi boneya roja dayîkan li dibistana Nûr El-Musteqbel organize dike saet 12:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Navenda Çand û Hunerê şaxê kantona Efrînê ji zarokên kampa Berxwedan re bi boneya Cejna Newrozê şahiyekê li dar dixe.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Bêrîvan Xalid destnîşan kir ku ew Newrozê bi nêzîkbûna têkçûna DAIŞ`ê re pîroz dikin û diyar kir ku ji bo rizgarkirina Efrînê û şikandina tecrîda li ser Ocalan dê têkoşînê berdewam bikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêx Zuhêr Gulê got binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrînê rêgezên ola Islamê binpê dikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi derbasbûna salekê re ji dagirkirina Efrînê, binpêkirinên dermirovî li ser êzidiyên Efrînê pêk tîne..(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm El-Qeftan got têkîliya di navbera Rûsya û Tirkiyê de li ser bingeha berjewendiyan ava bûye.(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Hevjîn û dayîkên şehîdan destnîşankirin ku hêviya şehîdan îro li ser erdê bi têkçûna DAIŞ`ê re pêk tê.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

-Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Sivîl a Reqayê tonuvoya Şehîd Umer Elûş ya hêza  bedenî li Reqayê li dar dixe saet 14:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA