Şêniyên Til Temirê: Dê ev berxwedan serbikeve

Bi hezaran şêniyên herêma Til Temirê dagirkirina Efrînê şermezar kirin. Şêniyan qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê silav kirin û gotin: “Dê ev berxwedan serbikeve.”

Şêniyên Til Temirê: Dê ev berxwedan serbikeve
Şêniyên Til Temirê: Dê ev berxwedan serbikeve
Şêniyên Til Temirê: Dê ev berxwedan serbikeve
Şêniyên Til Temirê: Dê ev berxwedan serbikeve
Şêniyên Til Temirê: Dê ev berxwedan serbikeve
Şêniyên Til Temirê: Dê ev berxwedan serbikeve
Şêniyên Til Temirê: Dê ev berxwedan serbikeve
Şêniyên Til Temirê: Dê ev berxwedan serbikeve
18 adar, 2019   15:47

HESEKÊ

Bi hezaran şêniyên herêma Til Temir  ji bo şermezarkirina dagirkirina Efrînê daketin qadan û meşek lidar xistin. Şêniyên beşdarî meşê bûn wêneyên komkujiyên ku dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li ser gelê Efrînê pêk aniye, hildan.

Meş ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Til Temir destpêkir û di nav kolanên sereke yên bajêr re meşiyan. Di meşê dirûşmeyên silavkirina berxwedana gelê Efrînê hatin berzkirin.

Meş li navenda bajêr vegeriya mitîngê. Di mitîngê de axaftin hatin kirin. Endama Kongreya Star a herêma Cizîrê Remziyê Mihemed, bi navê şêniyên Efrînê yên li Til Temirê Sevîn Cîro û bi navê Saziyên Til Temirê Mihemed Seyîd axivîn.

Remziye Mihemed got: “Em berxwedana şêniyên Efrînê yên li Şehbayê silav dikin. Dê ev berxwedan bi ser bikeve.”

Remziye Mihemed bêdengiya navnetewî ya ji bo kiryarên dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê şermezar kir û teqez kir ku bêdengî beşdarbûna dagirkirinê ye.

Sevîn Cîro bi navê şêniyên Efrînê axivî û got: “Dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê ji destpêka dagirkirina Efrînê dest bi rûxandina cihên dîrokî kir da ku dîroka gelên herêmê bihelîne. Divê hemû rêxistinên navnetewî û NY`ê destwerdana dawîkirina dagirkirina Efrînê bikin , da ku gelê Efrînê vegere welatê xwe.”

Meş bi dirûşemyên silavkirina berxwedana gelê Efrînê bi dawî bû.

(jo)

ANHA