Peyama şêniyên Qamişlo ji civaka navnetewî re: Êdî qêrîna Efrînê bibîhizîn

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo li dijî dagikirina Efrînê daketin qadan û bang dewletên navnetewî kirin ku êdî qêrîna Efîrnê bibihîzin.

18 adar, 2019   15:30

QAMIŞLO

Îro dagiririna Efrînê li bajarê Qamişlo jî bi tevlîbûna sedan şêniyan bi meşeke girseyî hat şermezar kirin. Şêniyên bajarê Qamişlo li çarxereya Sonî ya giredayî Sûkê kombûn û meşiyan.

Pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen yên bajarê Qamişlo tevlî meşê bûn.

Hêzên Ewlekariya Hûndirîn, Hawarî, Trafîk ewlehiya meşê girt. Her wiha Heyva Sor ya Kurd jî ji bo rewşên awarte amade bû.

Destên meşvanan de nivîsên ‘Her Der Efrîn Her Der Berxwedan’, ‘Em Bêdengiya Navnetewî Derbarî Efrînê De Şermezar Dikin’, ‘Pêşaroja Me Nekujin’, ‘Jin Rabin Ser Piyan Ji Bo Efrînê’, ‘Ka Mirovatî’, ‘Qetil Erdogan’ bi zimanê Kurdî, Erebî û Ingilîzî hatibûn hildan.

Wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên zarokên ku li Efrînê  şehîd bûbûn û çiqilên dara zeytûna ku bûye sembola Berxwedana Serdemê di destên meşvanan de bûn. Meşvanan bi îşareta serkeftinê, tilîliyên dayîkan û slogana ‘Bimre Erdogan’ ber bi çarxereya Kornîş ve meşiyan.

Di meşê de stranên li ser Berxwedana Serdemê hat lêdan.

Meş li çarxereya Kornîş vegûherî mitinge û axaftin hat kirin

Hevserokê berê yê Desteya Rêveber a Herêma Cizîrê Abdulkerîm Saroxan dagirkeriya Efrînê şermezar kir û got: “Her herêmekî Rojava destanêya wê ya berxwedanê heye. Efrîn bûye kela berxwedanê. Vîna gelê me çawa DAIŞ têk bîr wê Efrînê jî rizgar bike. Berxwedana me wê heya tinekirina dagikeriya Tirkiyê berdewam bike. Gelê me tu carî fêrî rawestandine nebûye. Dewleta Tirk a dagirker rojanE li Efrînê  gûhartina demografî pêk tîne, lê mixabin civaka navdewletî hin jî bêdenge. Ev bêdengî wê wan bifetisîne.”

Piştî axaftinê meşvanan bi sloganên ‘Bi Can Bi Xwîn Em Bi Tere ne Efrîn’, ‘Bijî Berxwedana Efrînê’, ‘Bimrê Dagirkerî’, ‘Ji Bêdengiyê Re Êdî Besê’ meş bi dawî bû.

ANHA