‘Dagirkirina Efrînê deqa şermê ya li eniya siyaseta cîhanê ye’

Di meşa li dijî dagirkeriya Tirk de, pêkhateyên navçeya Girê Spî ji Kurd, Ereb û Suryanan tekez kir ku dagirkirina Tirk a Efrînê derbeya şermkirinê li eniyên siyaseta cîhanî ye. Her wiha diyar kir ku divê civaka navneteweyî, rêxistinên mirovî û rejîma Sûriyê helwestên xwe der barê binpêkirinên Tirk û dagirkirina xaka Sûriyê û koçberkirina gel de zelal bikin.

‘Dagirkirina Efrînê deqa şermê ya li eniya siyaseta cîhanê ye’
‘Dagirkirina Efrînê deqa şermê ya li eniya siyaseta cîhanê ye’
‘Dagirkirina Efrînê deqa şermê ya li eniya siyaseta cîhanê ye’
18 adar, 2019   13:20

GIRÊ SPÎ

Îro bi sedan şênî ji pêkhateyên navçeya Girê Spî ji Kurd, Ereb û Suryanan li pêş Navenda Kongreya Star rojhilatê navçeyê kom bûn da ku dagirkirina Tirk a li ser Efrînê û xaka Sûriyê şermezar bikin. Her wiha meşvanan wêneyên şehîdên komkujiya dagirkeriya Tirk bi mafên zarok, jin û gelê Efrînê de pêk aniye, hildan. Banga bidawîkirina kuştina zarokan bi destê artêşa dagirker a Tirk li Efrînê û Sûriyê û vegera Efrîniyan li warên xwe kir.

Di çalakiyê de pêkhateyên navçeya Girê Spî dagirkeriya Tirk şermazar kir. Ji aliyê din ve jî welatiyê ji pêkhateya Suryan bi navê Denco Îlyas îşaret pê kir ku ew îro derketine ku ji cîhanê re bibêjin dagirkirina Efrînê derbeya şermkirinê li eniyên siyaseta cîhanê ye. Divê civaka navdewletî, rêxistinên mirovî û rejîma Sûriyê helwestên xwe der barê kiryarên dagirkirina Tirk a xaka Sûriyê û koçberkirina gelê wê de diyar bike.

‘Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê têkoşîna xwe bilind bikin’

Şêniya bi navê Fense Husên ku ji pêkhateya Ereb e, banga destwerdana bidawîkirina dagirkirina Efrînê ji Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên mirovî kir û wiha got: "Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê asta têkoşîna xwe bilind bikin ku heta hemû xaka Sûriyê ya dagirkirî rizgar bibe."

Şêniya bi navê Etiya Umer Mihemed aliyên kurdî yên bi bûne piştevaniya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê da ku Efrînê dagir bikin, şermezar kir.

Meşvan li qada giştî ya navçeyê civiyan û hevserokê MeclIsa Kantona Qamişlo Efram Îshaq axivî û diyar kir ku pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka şoreşê ve dagirkeriyê red dikin û azadiyê daxwaz dikin û bi saya hezaran şehîdan bi dest xistin.

(fr)

ANHA