Şervanên QSD`ê ji aliyê bakur derbasî kampa Baxozê bûn

Şervanên QSD`ê ji aliyê bakur ve  derbasî kampa Baxoz bûn û şerê dijwar di navbera şervan û çeteyên DAIŞ`ê de didome.

Şervanên QSD`ê ji aliyê bakur derbasî kampa Baxozê bûn
18 adar, 2019   07:19

DÊERAZOR

Li Baxozê di navbera şervan û çeteyên DAIŞ`ê şerê dijwar didome.

Nûçegihanê me ku şerê li herêmê dişopîne ragihand ku şervanên QSD`ê ji aliyê bakur ve derebasî kampa Baxozê ya ku çeteyên DAIŞ`ê xwe têde bi cih dikin, bûn

Her wiha nûçegihanê me diyar kir ku di van kêliyan de di hundirê kampê de di navbera şervan û çeteyên DAIŞ`ê şerê dijwar rû didin.

(bx)

ANHA